Li Kerboranê 2 DBP’yî hatin girtin

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê du endamên meclîsê yên DBP’yî yên hatibûn binçavkirin bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê du endamên meclîsê yên DBP’yî yên hatibûn binçavkirin bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP’ê Yuksel Oguz ku ji bo îfadeyê bang lê hat kirin, hate binçavkirin. Her wiha endamê Meclîsa Bajêr a DBP’ê M. Şerîf Acar ê li ser binçavkirina Oguz hat hewşa Avahiya Hikûmetê jîbi gotina îfadeya te heye hat binçavkirin.

Yuksel Oguz û M. Şerîf Acar piştî karûbarên li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” Oguz û Acar sewqî dadgehê kir. Dadger biryara girtina Oguz û Acar da.

Oguz û Acar ên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.