Polîsên jê nehat li Hezexê berxwedanê bikişînin, xwe ji taxê vekişandin
Polîsên Tirk li Hezexê gule li gel reşandin û xwestin komkujiyê bikin. Gel li dijî êrîşan bi xurtî li ber xwe da. Ji ber vê berxwedana gel polîsan neçar man xwe vekişînin.
Polîsên Tirk li Hezexê gule li gel reşandin û xwestin komkujiyê bikin. Gel li dijî êrîşan bi xurtî li ber xwe da. Ji ber vê berxwedana gel polîsan neçar man xwe vekişînin.
Li navçeya Şirnex Hezexê, polîsan ber destê sibehê xwestin ku bi dehan wesayîtên zirxî bikevin nava Taxa Yenîmahalle. Polîsên hewl dan bendên li taxê xera bikin, rastî berxwedana gel hatin. Piştî ku dengê çek û bombeyan li taxê bilind bû, ji taxên Tûrgût Ozal û Atakentê bi hezaran kes ber bi Taxa Yenîmahalle ve meşiyan.
Ji ber berxwedana gel polîsan vê carê jî ji wesayîtên zirxî gule li kolanan barandin û herêm dan ber bombeyên gazê. Gelê Hezexê jî bi tilîlî û çalakiya dengderxistinê li dijî êrîşa polîsan derket. Li navçeyê, bi hezaran kes daketin qadan. Berxwedana gel a li hemberî gule û bombeyên polîsên Tirk 3 saetan dewam kir. Di encama vê berxwedanê de polîs neçar man xwe ji taxê vekişînin.
Di encama êrîşa polîsan de gelek gule û guleyên bombeyan li malan ketin. Polîsan di dema vekişînê de li ser dîwarê malekî nivîsa "T.C. li vir e" nivîsand. Wesayîtên polîsan ên ku ji taxan vekişiyan di nav Hezexê de bi sîrenan geriyan û demekê gule berdan hewayê. Her wiha hate zanîn ku polîsên tevlî operasyonê bûne li ber midûriyeta emniyetê bi destên hev girtine û tekbîr anîne.