Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

OMS di warê bikaranîna antîbiyotîkê de hişyarî da

OMS'e diyar kir ku bi xurtbûna berxwedêriya bakteriyan li hemberî antîbiyotîkê re dibe ku dema post antîbiyotîk ji nû ve xwe bide der û nexweşiyên bi antîbiyotîk tên dermankirin, rê li ber mirinê vekin.

OMS'e diyar kir ku bi xurtbûna berxwedêriya bakteriyan li hemberî antîbiyotîkê re dibe ku dema post antîbiyotîk ji nû ve xwe bide der û nexweşiyên bi antîbiyotîk tên dermankirin, rê li ber mirinê vekin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di warê bikaranîn û şaş bikaranîna antîbiyotîkê de hişyarî da.

Li gorî lêkolîneke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (OMS), ji sedî 44 ê bikarhênerên antîbiyotîkê nîşan didin ku bikaranîna zêde ya antîbiyotîkê pirsgirêk e.

Di daxuyaniya OMS de hat gotin, "Li welatekî cîhanê, kesekî ji rêzê dikare bi nexweşiyeke ku antîbiyotîk êdî nikaribe pê, bikeve."

Di Nîsana bihurî de OMS'ê gilî û gazin dikir ku dewlet ji bo pêşî li şaş bikaranîna antîbiyotîkê bigire, nakevin nava tevgerê.

Ji OMS'ê Dr. Keîjî Fûkûda da xuyakirin, ku di sedsala 21'an de ji aliyê şexsî û civakî ve pêwîstî bi guhertinê heye.

OMS hişyarî da ku antîbiyotîk her tim di asta tê xwestin de bê bikaranîn, antîbiyotîkên ji reçeteyên bihurî mane neyên bikaranîn, antîbiyotîk bi mirovên din re neyen parvekirin.