Elewî ji bo Seyîd Riza û hevalên wî li ber Meclîsê kom bûn
Rêxistinên Elewiyan bi munasebeta salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî li ber meclîsê daxuyanî dan.
Rêxistinên Elewiyan bi munasebeta salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî li ber meclîsê daxuyanî dan.
Rêxistinên Elewiyan ên bi munasebeta salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî li ber meclîsê daxuyanî dan diyar kirin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan li gel gotina xwe ya "Tiştên li Dersimê qewimî qetlîam e" jî xwedî li vî derneketiye û dan zanîn ku qetlîam didome.
Rêxistinên Elewiyan ên Enqereyê ji bo şermezarkirina qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî li ber Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Xo Vira Nêkenime" hate vekirin. Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê, Komeleya Elewiyên Demokratîk ên Enqereyê, Platforma Hefizeya Hevpar a 37-38 a Dêrsimê, Navenda Giştî ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Komeleya Gimgimiyan a Enqereyê, parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê rêxistinên Elewiyan Serokê Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê Yaşar Klavuz axivî û gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên ku berê ji bo Dêrsimê bi kar anîbû bi bîr xist û wiha got: "Dema nûn serokwezîr bûn di civîna serokên bajaran de we got li Dêrsimê qetlîamek pêk hatiye. Em wekî Dêrsimî hovîtiya ku li wir hate jiyîn dizanin. Tişta ku em ji we dixwazin li pişt gotinên xwe bisekinin."
DEWLETÊ SEYÎD RIZA Û HEVALÊN WÎ QETIL KIR
Klavuz bi bîr xist ku beriya 78 salan li Bugday Meydani ya Xerpêtê Pîrê Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî qetil kir û wiha got: "Seyîd Riza, Wuşenê Findiq Axa, Hesenê Yivrayimê Qijî), Aliye Mirzali Hesen Axa, Resîk Wuşen, Kurê Seyîd Riza Seyîd Wuşen bi awayeke bêhiqûqî hatin darvekirin."
Klavuz destnîşan kir ku beriya 78 salan zarok di zikê dayikan de bi singûyan hatin qetilkirin û divê qêrînên kesên ku dibêjin "Dêrsim qirkirin e" bê bihistin. Klavuz wiha got: "Li gorî arşîvên dewletê 13 hezar û 182 canê me, zarok, jin, mezin, kal û pîr hatine qetilkirin, ewqas canê me jî sirgunî bajarên rojava ku ziman û ola wan nizanin hatine kirin û ji bo bên asîmîlekirin jî tenê yek malbat li gundan hatine belavkirin. Heke îdeolojiya fermî dibêje min qetil kiriye êdî hûn bifikirin."
Klavuz operasyonên ku di demên dawî de li Farqîn, Cizîr, Nisêbînê tên kirin bi bîr xist û diyar kir ku heman feraseta qatlîamê berdewam dike.
BILA CIHÊ GORA SEYÎD RIZA BÊ AŞKERAKIRIN
Klavuz ji bo ku di serî de Dersimê li hemû welat qirkirinên li dijî mazlum û mexdûran bi dawî bibe bal kişan van xalan:
"* Divê hemû qetlîamên çavkaniya wan dewlete bên ronîkirin.
* Divê li cihê gorên Seyîdên me bên aşkerakirin.
* Divê hemû qirkirinên ekolojîk. çandî yên ku wekî berdewama Dêrsim 38'an e bi dawî bibe.
* Divê projeyên HES ên ku axa me bê mirov dikin bên rawestandin.
* Divê navê Dêrsimê bê îadekirin.
* Heta ku hesabê kesên me yên ku bêkefen ketine axê neyê pirsîn ji bo me ev hesab wê neyê girtin.
* Heta ku berpirsyarên qirkirinê bên darizandin êşên me bi dawî nabe."