Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû
Hêzên artêşa Iraqê ku dor li wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê girtine, liv û tevgera xwe zêde kirin.
Hêzên artêşa Iraqê ku dor li wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê girtine, liv û tevgera xwe zêde kirin.
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî ambargo, rêgirî û dorpêça li ser wergehê, her wiha girtina şandeya ser navê gel çûbûn hevdîtinê, 4 rojin li ber benda kontrola hêzên Iraqê konê çalakiyê vedane.
Çalakiya xelkê Mexmûrê îro jî di roja xwe ya çaran de, bi biryardariyek xurt dewam dike.
Hêzên Iraqê jî li gorî berê li benda kontrolê tevger û hejmara hêzên xwe zêdekiriye.
Hêjayî bibîr xistinê ye ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexda kar. Herwiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê. Rayedarên Iraqê ragihandibûn ku wê di 15’ê mehê de endamên şandeya çûbûn hevdîtinê berdin, lê rayedaran sozên xwe bici ne anîn.