23'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter ku her sal di 20'ê Îlonê de tên dayîn, lê îsal ji ber qetlîama li Cizîrê hate taloqkirin li Wanê bi merasîmê hatin dayîn. Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan ê di merasîmê de axivî nirxandina, "Çapemeniya azad ti caran li hemberî pêkûtiyan serê xwe netewand û wê netewîne" kir.
23'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter ên ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Azad ve bi merasîmê hatin dayîn. Xelatên ku her sal di 20'ê Îlonê de dihatin dayîn îsal ji ber êrîşên dewletê yên li Kurdistanê zêde bûn hate taloqkirin li Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Wanê bi merasîmeke hatin dayîn. Hevgerînendeyê Giştî yê Ozgur Gundem Huseyîn Aykol, kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, Gerînendeyê Giştî yê Evrensel Fatîh Polat, Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem Ahmet Abakay, rojnamevan Celal Başlangiç, Berdevkê Bloka Aştiyê Gençay Gursoy, parlamenterên HDP'ê yên Wanê, hevşaredarên bajar û navçeyan, nûnerên KJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên şehîdên çapemeniya azad, xebatkarên çapemeniyê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîmê bi rêzgirtina ji bo kesên di xebatên çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dan destpê kir. Li salonê wêneyên şehîdên çapemeniya azad û posterên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz hatin daliqandin
Piştî sînevîzyona li ser xebatên çapemeniya azad û şehîdan axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan ve hate kirin. Boltan got ku çapemeniya azad ti caran li hemberî pêkûtiyan serê xwe netewand û wê netewîne. Boltan anî ziman ku çapemeniya azad her tim pêşengiya rastî derkevin holê kiriye û ji ber vê yekê rastî pêkûtiyan hatiye û hê jî pêkûtî berdewam dikin. Boltan nirxandina "Divê em wekî kedkarên çapemeniyê bi ruhê Mûsa Anter li dijî operasyon, pêkûtî û qetlîamên li Kurdistanê tên kirin derkevin" kir.
Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan jî got ku heke çapemeniya azad bêdeng bibe wê dengê karker û kedkarên ku têdikoşin jî bêdeng bibe. Botan anî ziman ku çapemeniya azad wijdanê gelan e.
Hevgerînendeyê Giştî yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol jî bîranîneke xwe parve kir û wiha got: "Dema ku ez çûm geliyê Bekaayê. Serok Ocalan jî li wir bû. Em kirin mêvan û piştre jî rêwî kir. Ez her tim li aliyê wî yê çepê meşiyam û ez ê her tim di aliyê wî yê çepê de meşa xwe bidomînim."
Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem Ahmet Abakay jî diyar kir ku rojnamevanên li Kurdistanê li gor ên li Tirkiyeyê deh qat zêdetir rastî pêkûtiyan tên û nirxandina "Berê çekan didin wan, ji ber vê yekê bi tena serê xwe xilasî tineye an bi hev re yan jî hîç" kir.
XELATÊN NÛÇEYÊN TIRKÎ Û KURDÎ DÎHA'YÊ WERGIRT
Di beşa nûçeyên Kurdî de nûçegihanê DÎHA'yê Gokhan Altaş bû yekemîn, Îbrahîm Bulak jî bû duyemîn. Xwendekara bi navê Nurşen Butuşeba jî xelata teşwîqê girt.
Di beşa nûçeyên Tirkî de nûçegihanê DÎHA'yê Nedîm Turfent bû yekemîn. Hasan Akbaş xelata taybet a juriyê wergirt. Nûçegihana JINHA'yê Handan Tufan jî xelata Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz wergirt.
Di beşa karîtaturê de Aşkin Ayrancıoglu bû yekemîn, xelata taybet a juriyê Mahmut Ulusan wergirt.
Di beşa wêneyan de Ramazan Seykan bû yekemîn, xelata taybet a juriyê Welat Cîn wergirt.
Di beşa nûçeya bi dîmen de nûçegihanên ÎMC'ê Bekîr Guneş û Gokhan Çetîn xelat wergirtin.
Rojnamevanên xelat wergirtin di axaftinên xwe de xelatên xwe diyarî gelê Cizîr, Silopiya, Gever û Nisêbîn di serî de diyarî hemû gelên li ber xwe didin kirin.
Merasîm piştî xelat hatin dayîn bi wêneyên hatin kişandin bi dawî bû.