Herêma Bayirbûcak ket kontrola rejîma Sûriyeyê

Herêma Bayirbûcak a di destê çeteyan de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat kontrolkirin.

Herêma ku Tirkmenên Bayirbûcak lê dijîn û AKP'ê kiribû hinceta mudaxilî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bibe, rejîma Sûriyeyê tevgera bejahî bi piştgiriya Rûsya û Îranê li hemberî vê herêmê da destpêkirin. Herêm ket destê hêzên rejîma Sûriyeyê.

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku piştî pevçûnên 4 rojan herêma ‘Çiyayê Tirkmen’ ji destê çeteyên ‘Artêşa El Fetîh’ a çeteyên El Nûsra jî di nav de ne derxistiye.

Artêşa Sûriyeyê ya pêr bajarokên Dagameşle û Şems kontrol kiribû, duh jî 15 gund stendin. Hat diyarkirin ku li herêma balafirên şer ên Rûsya bomberdûmaneke zêde pêk anîne şer û pevçûnên dijwar rû dane.

Hat ragihandin ku hêzên rejîmê li Çiyayê Tirkmen 3 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên  El Nûsra bi dest xistiye. Hat diyarkirin ku li devera Qizildag a ‘Çiyayê Tirkmen’ ku li sînorê Hatayê ye şer û pevçûn didomin.

Hat diyarkirin ku artêşa Sûriyeyê li devera girê 45. ê li nêzî Qizildag leşker danîne. ‘Çiyayê Tirkmen’ ê di navbera bajarên Lazkiye û Îdlîb de ye xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Herêma Tirmenên Bayirbûcak lê dijîn ji aliyê Serokkomar Tayyîp Erdogan û AKP’ê ve bi salan e wek hinceta bibin mudaxilê şerê navxweyî yê Sûriyeyê dihat bikaranîn.

Berdevkên AKP’ê di bin navê parastina Tirmenên Bayirbûcak de bi TIR’ên MÎT’ê çek ji komên cîhadîst ên li xaka Sûriyeyê ne dibirin.

Tirkmenên ku wek komên biçûk ên çekdar hêzên wan hebûn, bi civînên li Tirkiyeyê û ji aliyê MÎT’ê ve dihatin çekdarkirin. Di mehên dawî de jî bi navên tûgayên Sultan Abdulhamît û Sultan Murat hewl didin li herêmê hebûna xwe nîşan bidin.