HDP’e û siyasetmedarên Kurd bi 40 sefîrî re hatin cem hev
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek duh bi sefîrên welatên endamên YE re hevdîtin pêk anîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek duh bi sefîrên welatên endamên YE re hevdîtin pêk anîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek duh bi sefîrên welatên endamên YE re hevdîtin pêk anîn. Di asta sefîrtiyê de 15 tevlîbûn çêbû. Ji welatên derveyî van 15 welatan jî nûnerên sefîrtiyan tevlî civînê bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axaftinek nîv saetî kir. Demîrtaş ji mijara Sûriyeyê heta pêşketinên Rojava û Tirkiyeyê di gelek mijaran de nirxandin kir.
'AKP’E DIXWAZE DAIŞ’Ê REWA BIKE'
Demîrtaş di axaftina xwe de bal kişand ser dijminê mirovatiyê DAIŞ’ê û tehdîdên ji bo cîhanê ava dikin, di şexsê Sefaretxaneya Fransa de têkildarî êrîşên dawî yên li hemberî tevahî mirovahiyê ji tevahî mirovahiya cîhanê re sersaxî xwest. Demîrtaş destnîşan kir ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya PYD’e û DAIŞ’ê dixe heman astê de nayê qebûlkirin. Di nîqaşên civînê de têkildarî vê nêzîkatiyê ev nirxandin hat kirin: “Ji milekî têkoşîna mafdar û rewa ya gelê Kurd hewl dide reş bike, ji milekî din jî armanc dike ku DAIŞ’ê masûm nîşan bide û hêza têkoşînê ya li dijî DAIŞ’ê zeîf bike.”
Di civînê de siyasetmedarên Kurd û HDP’yiyan bal kişandin ku di têkoşîna li hember DAIŞ’ê Kurd roleke krîtîk dilîzin.
TERORA AKP’Ê KET ROJEVÊ
Sefîran jî têkildarî pêşketinên Tirkiyeyê û rola HDP’ê hin pirs anîn ziman. Demîrtaş bersiv da gelek pirsan. Sefîran bi taybet şîdeta dewlet dimeşîne destnîşan kirin, xwestin ku bê ka helwest û nêzîkatiyên HDP’ê di vê mijarê de çi ye. Demîrtaş jî diyar kir ku şîdet ji aliyê AKP’ê beriya hilbajirtanê ketiye meriyetê û tê wateya mudaxeleya hilbijartinan, bi bîr xist ku piştre jî bi dijwarî hatiye pêşxistin. Di civînê de hate gotin ku encamên di hilbijartinan de ji ber terora AKP’ê derketiye holê ne encamên ku mirov dikare wek normal qebûl bike ne.
SEFÎR: EZ BAWER NAKIM GELÊN DIN PYD’Ê NEPEJIRÎNIN
Yek sefîran têkildarî îdîayên, ‘ji aliyê gelên din PYD’e nayê pejirandin’ diyar kir ku ev îdîa ne rast in. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku li Rojava pergalek berfireh, azadîxwaz hatiye avakirin û tevahî beşên civakê jî xwe dikare di vê pergalê de îfade bike.
'JI BO ZANA WATEYEK TAYBET A MERASÎMA SONDÊ HEYE'
Di civînê de der barê merasîma sondê ya meclîsê ku Parlamentera HDP’ê Leyla Zana li şûna “miletê Tirk” axaftina “miletê Tirkiyeyê” bikar anîbû ji HDP’yiyan re hin pirs hatin kirin. Demîrtaş diyar kir ku têkildarî merasîma sondê ti biryarên HDP’ê yên navendî tineye, Zana bi însiyatîfa xwe helwestêk wiha nîşan daye û wiha berdewam kir: “Ne biryara partiya me ye, lê em rêzê jê re digirin. Em jî naveroka vê sondê rast nabînin, ji ber ku em neçar in, em sond dixwin. Miletê Tirk têkildarî etnîsîteyekê ye û li ser vê didin sondxwarin, lê li vî welatî gelek etnîsîteyên cuda hene.” Demîrtaş ezmûnên Zana yên berê jî bi bîr xist û got: “Ji bo Zana wateyek taybet a merasîma sondê heye.”
'SÎSTEMA SEROKTÎ YA AKP’Ê; SÎSTEMA DÎKTATORTIYÊ YE'
Demîrtaş bal kişand ser daxwaza destûra bingehîn a nû, diyar kir ku piştgiriya destûrek bingehîn a “Demokratîk azadîxwaz û karibe her beşî hembêz bike” dikin. Demîrtaş got ku ev daxwaz bi “nîqaşên seroktiyê” talî bûne, destnîşan kir ku divê sîstema heyî biguhere û wiha axivî: “Ji ber vê jî em li dijî nîqaşên ku rewşê paş ve bikişînin in. Em guhertinek demokratîk dixwazin. Lê sîstema seroktiyê ya AKP’ê, ne seroktiyek normal e, sîstema yek zilam û dîktatortiyê ye. Em li dijî vê spartinê ne.”
'PIŞTÎ QUTBÛNA HÊSTIYARÎ QUTBÛNA FIZÎKÎ ÇÊDIBE!'
Di civînê de terora AKP’ê ya li Bakurê Kurdistanê û “qedexeyên kolanan” jî ketin rojevê. Hevseroka KCD’ê Selma Irmak û Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek bersiv dan pirsên têkildarî vê mijarê. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, di bersivan de hatiye destnîşankirin ku tiştên tên jiyîn “terora dewletê ye”, ev jî bûye sedema qutbûnên cidî. Di nirxandinan de hate diyarkirin ku şkestinên hêstiyarî bi êrîşan rîska qutbûnên fizîkî jî bi xwe re tîne.
Di nîqaşan de sefîran zêdetir ji bo berdewamkirina “Pêvajoya Çareseriyê” nêrîn anîn ziman.