Polîsên Tirk li Mersînê li hember berxwedana gel vekişiyan

Welatiyên li hember serdegirtina avahiya HDP’ê ya Akdenîz nerazîbûn nîşan dan rastî êrîşa polîsan hatin. Di bûyerên piştî êrîşan destpêkirin polîs ji ber berxwedana gel paşde vekişiyan.

Polîsên Tirk saetên nîvro bi hinceta, “Civîna rêxistinî tê lidarxistin” girt ser avahiya HDP’ê ya Akdenîz. Polîsan her wiha du caran bi bombeyên gazê êrîş birin ser welatiyên li ber avahiya partiyê kom bûn. Gel li hember êrîşa polîsan ket pozîsyona xweparastinê. Polîsên ku wesayîtên zirxî ketin kolanan gel tax di nav bombeyên gazê de hiştin. Polîsên ku rastî berxwedana gel hatin neçar man ji kolanan vekişin. Polîsên ji ber berxwedana gel paşde vekişiyan derbasî Qereqola Polîsan a Sîteler bûn û li derdora qereqolê tedbîr girtin.  

Li gel vê 5 jê zarok 16 kesên hatin binavkirin jî piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Mersîn birin Midûriyeta Polîsan a Mersîn. Hat ragihandin ku 5 zarok piştî Şaxa TEM’ê birina Şaxa Zarokan.