‘Bi dervehiştina tevgera azadiyê hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ehmeqî ye’

Nivîskar Aydin Çûbûkçû got, “Hemû cîhan dizane ku bi dervehiştina HDP’ê yan jî hêmanên bingehîn ên tevgera azadiyê re hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ehmeqî ye.”

Nivîskar Aydin Çûbûkçû got, “Hemû cîhan dizane ku bi dervehiştina HDP’ê yan jî hêmanên bingehîn ên tevgera azadiyê re hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ehmeqî ye. Lê belê hilbijartin ku di lehê desthilatdariyê de bi encam bû, fikra ku wê vê bidin ber çavan xurt kir. Vê heta ku derê wê biceribînin em ê bi demê re bibînin.”

Piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê terora dewletê ku her diçe zêde dibe, nivîskar Aydin Çûbûçû pêvajo tê jiyîn ji ANF’ê re nirxand.

‘BÊ KU DERENG BIKEVE DIVÊ XEBAT BÊN KIRIN’

Çûbûkçû anî ziman ku pirsgirêkên cîhanê yên di Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de asê bûne bûye sedem ku tevgera muxalif paşde bikeve û got: “Dema mirov rewşa şikestî ya ruhî ya alîgirên muxalefetê jî ku qet nikare rake tevlî bike, ‘bêçalaktiya’ niha tê jiyîn û rewşa em dikarin jê re bêjin westandin derket holê. Di rastiyê de karesateke weke Farqînê ku heye sedema bêdengiyeke nehevseng a em dijîn ev e. Dema bêhurmetiya giştî ya hêmanên muxalefeta civakî jî tevlî vê bê kirin ji bo mirov di dema nêz de xweşbîn be, zêde sedem xuya nakin. Di rewşeke wiha de divê hêzên rêxistinkirî yê demokrasiyê û şoreşger ji bo eniya herî berfireh a gel ava bikin bê ku dereng bikeve dest bi xebatan bikin.”

‘HEWLDANA JI DERVEYÎ MUXATABAN ÇARESERKIRIN EHMEQÎ YE’

Çûbûkçû anî ziman ku pirsgirêka Kurd bi hilbijartinên 1’ê Mijdarê re ket “sarincê” û bi vî awayî jî derket, encamên hilbijartinê ji bo pêkanînên paşverû û zextan ên desthilatdariyê bû çavkaniyeke curetê. Çûbûkçû wiha dewam kir: “Ev curet ji bo gavên din ên wek ‘guhertina aktor û planan” jî tê dîtin cesaret daye. Em fêm dikin ku dixwazin bi eşîretên cerdevan, bi hin hêmanên Kurd ên xerîbê têkoşîna azadiyê yan jî dijmintî kirine pêvajoyeke nû plan dikin. Hemû cîhan dizane ku bi dervehiştina HDP’ê yan jî hêmanên bingehîn ên tevgera azadiyê re hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ehmeqî ye. Lê belê hilbijartin ku di lehê desthilatdariyê de bi encam bû, fikra ku wê vê bidin ber çavan xurt kir. Vê heta ku derê wê biceribînin em ê bi demê re bibînin.”