Însiyatîfa Gel: Divê her dera Kurdistanê bibe çeperên berxwedanê

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê destnîşan kir, ku li derê êrîşek hebe, divê her bajar, bajarok, gund û taxên Kurdistanê ji aliyê xwe ve bersivê bide berxwedanê û got, "Pêwîste çeperên berxwedanê li her devera Kurdistanê bên belavkirin."

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê destnîşan kir, ku li derê êrîşek hebe, divê her bajar, bajarok, gund û taxên Kurdistanê ji aliyê xwe ve bersivê bide berxwedanê û got, "Pêwîste çeperên berxwedanê li her devera Kurdistanê bên belavkirin."

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê da xuyakirin, ku beşeke ji komkujiyên faşîzma AKP li Kurdistanê dike, îro li Nisêbîn û Geverê tê meşandin û got, "Êrîşên namerdî yên herî dawî li Farqînê hatin kirin, îro li Nisêbîn û Geverê tên kirin. Tê xwestin ku vîna herî însanî ya li Kurdistanê li ser navê demokrasî û jiyana azad derketiye holê bê binpêkirin û şikandin. Rêbaza êrîşan û gotinên tetîkkêşan nîşan didin, ku artêşa kujeran a jê re DAIŞ tê gotin, di bin navê polîsê tevgera taybet de li Bakurê Kurdistanê tevdigere. Yê vê komkujiyê dike AKP ye, ku ew DAIŞ bi xwe ye. Û ev êrîş weke stratejiyekê pêşkêşî kujeran hatiye kirin. Bi vê yekê re tê xwestin ku Kurdistan ji nû ve bê dagirkirin."

'GEVER Û NISÊBÎN JÎ WÊ BI SER BIKEVIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Helwesta gelê me ya li hemberî van hemû êrîşan, ya herî rast e" û ev xal hat destnîşankirin: "Çawa ku li Kobanê, Girê Spî, Cizîr, Sûr, Farqîn û deverên din berxwedan bi ser ket, wê li Nisêbîn, Gever û cihên din ên êrîş lê tên kirn jî bi ser bikeve. Ji bo vê serketinê jî girîng e rêxistinbûyîneke mezintir bê kirin. Li derê êrîşek hebe, divê her bajar, bajarok, gund û taxên Kurdistanê ji aliyê xwe ve bersivê bide berxwedanê. Girîng e çeperên berxwedanê li her devera Kurdistanê bê belavkirin, bi vê yekê re bi sînor nemîne; pêwîste li her derê bi rêbazên herî dewlemend berxwedan were nîşandan. Divê mezinahiya berxwedana me planên faşîzma AKP'ê ku her roj li Kurdistanê operasyonan dike, pûç bike. AKP û artêşa kujeran divê li pêşberî vê berxwedana mezin û berfireh dibe, newêribe dest bidin qadên me yên azad, gund, kolan, navçe û tevahiya Kurdistanê. Pêwîste êdî tercîha xwerêveberiyê ya Gever, Sûr, Farqîn, Cizîr û Nisêbînê bibe tercîha tevahiya Kurdistanê. Girîng e hemû herêm li dora vê tercîha jiyana azad, demokratîk û xweser bicivin."

Di dawiya daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê de hat gotin, "Em careke din di şexsê berxwedana li Gever û Nisêbînê derketiye pêş de, hemû hevrêyên xwe yên ji ber êrîşan şehîd ketine bibîr tînin û soz didin ku bîranînên wan wê li Kurdistana azad û xweser bijîn, li hemberî êrîşan wê bibin hêza me ya berxwedanê. Em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwanan dikin ku berxwedanê li her cihî belav bikin û hîn bêhtir xwedî li welatê xwe derkevin."