Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê ji bo protestokirina dorpêça polîsan a li Nisêbînê xwestin ji ber Cevahîr AVM heta mizgefta Şîşlî meşekê li dar bixin. Meş ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
ANF
STENBOL
şemî, 21 sermawezê 2015, 17:21
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê ji bo protestokirina dorpêça polîsan a li Nisêbînê xwestin ji ber Cevahîr AVM heta mizgefta Şîşlî meşekê li dar bixin. Meş ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
HDP’yiyên ji bo protestokirina terora dewletê ya li Nisêbînê xwestin ji pêşiya Cevahîr AVM ber bi mizgefta Şîşlî bimeşin rastî astengkirina polîsan hatin. Çalakiya ku Parlamenterê HDP’ê Erdal Ataş, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Cesîm Soylû jî di nav de, li hember vê astengiya polîsan bi dirûşma, “Dewleta faşîst wê hesap bide” bersiv dan. Di çalakiyê de pankartên Kurdî û Tirkî hatin vekirin, daxuyanî li pêşiya Cevahîr AVM hat dayin. Girseya ji bo kesên li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girt, sirûda “Çerxa Şoreşê” got, dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Nisêbînê” û “Kurdistan Goristan ji bo Faşîstan” qîr kir.
Li vir Parlamenterê HDP’ê Erdal Ataş axivî, bi bîr xist ku îro Kurdistan di bin êrîşek pir mezin de ye û wiha got: “Dewletê bajar, navçe, tax dorpêç kiriye, Rewşa Awarte îlan kiriye û sivîlan qetil dike.”