Li Edeneyê 2 kes hatin girtin

Li Edeneyê ji 7 kesên hatin binçavkirin 2 kes bi îdîayên, “Endamên rêxistinê ne û li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê.

Li Edeneyê ji 7 kesên hatin binçavkirin 2 kes bi îdîayên, “Endamên rêxistinê ne û li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê.

Li Edeneyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de pêr li Taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan di serdegirtinên malan de Îhsan Tekîn, Kerem Tekîn, Cîhat Bahadir, Rêzan Qadir Şêxo, Abdulkadîr Okmen, Hakîm Balli û Mahîr Sav ku hatin binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê birin dozgeriyê. Li dozgeriyê Kerem Tekîn ku serbest berda, 6 kesên din bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne û li ser navê rêxistinê sûc kirine” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsînê kir.

Cîhan Bahadir û  Hakîm Balli bi şertê kontrola edlî hatin berdan, ji bo Mahîr Sav, Abdulkadîr Okten cezayê hepsa malê hat birîn, Rêzan Qadir Şêxo û Îhsan Tekîn  jî bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne û li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê.