Gerîlayê HPG’ê Celalyan spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cemîl Celalyan (Îbrahîm Purmahmut) yê li herêma Zîlanê ya Erdîşê jiyana xwe ji dest da li Bazidê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cemîl Celalyan (Îbrahîm Purmahmut) yê li taxa Tundurek a herêma Zîlanê ya bi ser navçeya Erdîşa Wanê 13'ê Mijdarê di pevçûnê de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li Bazida Agiriyê hate definkirin. Cenazeyê Celalyan piştî ku li Wanê otopsî hate kirin anîn Bazidê û li ser rêya Ebexê bi konvoyê ve hate pêşwazîkirin. Cenaze piştre anîn ber avahiya HDP'ê ya Bazidê li vir jî bi dirûşman ve birin goristanê. Cenazeyê Celalyan li goristanê bi dûayan ve hate definkirin.
Malbata Celalyan ê ji rojhilatê Kurdistanê hatine jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de Nûnerê MEYA-DER'ê yê Bazidê Mehmet Bîrdal axivî û diyar kir ku yên têkoşîna azadiyê dimeşînin hemû nirxên gelê Kurd in. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Panosê Hamdullah Kiliç jî peyama yekîtiyê da û wiha got: "Îro li Nisêbîn û Farqînê gelê Kurd li ser piyan e û têdikoşin. Heke em têkoşîna xwe xurtir nekin wê bêhtir bi ser me de bên."