Qirkirina Dêrsimê dewam dike!
Li Navenda Çanda Elewiyan a Stûttgartê, li ser Qirkirina Dêrsim 38'an panelek hat lidarxistin.
Li Navenda Çanda Elewiyan a Stûttgartê, li ser Qirkirina Dêrsim 38'an panelek hat lidarxistin.
Panel bi piştgiriya Komeleya Dijberiya Qirkirina Dêrsimê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Stûttgartê pêk hat û zêdeyî 200 kes beşdar bûn. Di panela ku pêşkêşiya wê ji aliyê Alî Guler ve hat kirin de weke qiseker Serokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Huseyîn Mat, parlamentera Dêrsimê ya 2009-2014'an Edîbe Şahîn û Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Huseyîn Mat dest bi axaftinê kir û anî ziman ku her çend di ser re sed sal jî derbas bûye hînê hesabê mirovên li Dêrsimê hatine qetilkirin, nehatiye dayîn. Mat destnîşan kir ku divê hesabê van komkujiyan ji sedî sed were pirsîn.
Mat got, "Ji zarokatiya xwe ve me nikarîbûn xeyal bikira ku li Kerbelayê çawa serê Huseyîn hatiye jêkirin û pê bi gokê hatiye lîstin. Me digot ev yek nepêkane. Lê belê DAIŞ'ê ev yek nîşanî me da. Nîşan da bê çawa serê mirovan jê dike, pê bi gokê dilîze û dîmenê wan kişand. Lewma divê ji her demê bêhtir em xwe ji pêşhukmiyên xwe rizgar bikin û li dora projeya HDP'ê bicivin. Ev yek temînata aştiyê ye. Şert û merc zehmet jî bin, gelekî girîng e ku hêzên şoreşger û Elewî bigihêjin hev û bi HDP'ê re tifaqê bikin. Divê em sîstema 90 salan a dewletê bi vî rengî têk bibin."
Edîbe Şahîn jî ragihand ku li Tirkiyeyê zîhniyetê yekparêz hînê heye û got, "Em mînakên vê yên herî hovane û tirsnak niha li Cizîr, Gever, Farqîn, Nisêbîn û gelek cihên mîna van dijîn."
Şahîn diyar kir ku Qirkirina Dêrsim 38'an, qirkirin û asîmîlasyona li hemberî jin û keçên wan bû û got, "Di pêvajoya ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê de, dewletê xwe li şehîdên me yên bê kefen ketine nava axê ranegirt, bombe li goristan û malên me yên cem barandin. Girîng e li hemberî van hovîtiyan em hêza xwe zêdetir bikin û peymana civakî bi rexnekirin û rexnedayînê bikin."
Yuksel Mûtlû jî da zanîn ku divê arşîvên dewletê yên li ser Qirkirina 1938'an werin vekirin û bê aşkerakirin ku kî ber bi ku ve hatine sirgûnkirin, Seyîd Riza û hevalên wî li ku hatine veşartin. Mûtlû diyar kir ku di roja îro de jî mîna Qirkirina Dêrsimê, asîmîlasyoneke mezin a çandî li hemberî wan tê meşandin.
'YÊN KU DIXWAZIN HESABÊ QIRKIRINA DÊRSIMÊ BIPIRSIN, BILA XWEDÎ LI KOBANÊ DERKEVIN'
Piştî navberekê hunermenda jin a Kurd Zeynep Enhas berhemên xwe yên bi zaravayê Zazakî pêşkêş kir. Dûre beşa pirs û bersivan destpê kir.
Nivîskar Haydar Işik ê ku weke mêvan beşdarî bernameyê bû got, "Ya ku li Dêrsimê hat kirin qirkirin bû. Ev qirkirin îro li Şengal û Kobanê dewam dike. Yên ku dixwazin hesabê komkujiya Dêrsimê bipirsin bila xwedî li Kobanê derkevin. Lewma, bi dostên xwe yên Elman re ji bo ji keçên li Kobanê re dibistaneke pîşeyî vekin, em li ser projeyeke ji 250 hezar euroyî dixebitin."