Berxwedana li Kurdistanê ji Îzmîrê hat silavkirin
Li Îzmîrê tevî qedexeya walîtiyê jî li ser banga Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê bi hezaran kesî komkujî protesto kirin û berxwedana li Kurdistanê silav kirin.

Walîtiya Îzmîrê ku nobeda aştiyê ya ji bo balkişandina komkujiyên li Kurdistanê dihat lidarxistin qedexe kir, Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê biryara walîtiyê bi meşekê protesto kirin. Bi hezaran kes tevî qedexeyê jî li Cadeya Kibris Şehîtlerî ya Alsancak kom bûn. Di çalakiyê de pankarta, "Em li hember paşverûtî û faşîzmê derdikevin, em demokrasiyê dixwazin” û dowîzên “Gelê Nisêbînê ne bi tenê ye”, “Li Nisêbînê komkujî heye, bêdeng nemîne” hatin vekirin.
Berdevkê Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê Melîh Yalçin ê li ser navê Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê axivî li hember biryara qedexeyê ya Walîtiya Îzmîrê bertek nîşan da û got: "AKP’a daxuyaniya me wek ‘terorê” dibîne, çeteyên DAIŞ’ê yên AKP’ê ew xwedî kir û mezin kir, Li Pirsûs, Enqere û Parîsê bi komkujiyên pêk tînin sûcê mirovatiyê dikin. Li Farqînê wezîfedarên fermî li hember gel gotinên nefretê li ser dîwaran dinivisînin.”
Piştî daxuyaniyê stranên aştiyê hatin guhdarkirin. Piştî guhdarkirina muzikê, hezaran kesî wêneyên kesên di komkujiyên Enqere û Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane rakirin, dirûşma “Bijî Berxwedana Nisêbînê” gotin û ber bi Qada Gundogdû ketin meşê.
Girseya gihişt Qada Gundogdu kesên di têkoşîna demokrasî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê bi bîr anîn, piştre jî qernefîlên sor avêtin Derya Egeyê.