Yuksekdag: Gel xwe li hemberî dewletê diparêze

Yuksekdag bal kişand ser êrîşên li Cizîr, Farqîn û Nisêbînê û destnîşan kir ku li van herêman gel xwe li hemberî êrîşên dewletê diparêze.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji bo tevlî hin rêzeçalakiyan bibe, duh hat Skoçyayê.

Yuksekdag mezintirîn sendîkaya karkeran a Brîtanya Mezin UNISON a xwedî 1.3 mîlyon endaman, li Edînbûrghê ziyaret kir. Yuksekdag li vê derê bi Parlamenterê Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) ê Parlamenta Ewropayê Alyn Smith, Serokên Sendîka UNISON ên Herêmê Stephen Smellîe, Maragret Gallacher, Vîv Thompson û endamên Komîteya Ciwanan a Unite Th Union Roza Salih û Paûl Tonar re hevdîtin kir.

Yuksekdag kêxweşiya xwe ya ji ber ziyareta li Skoçyayê anî ziman û der barê têkoşîna HDP'ê de agahî da. Yuksekdag bal kişand ser êrîşên dewletê yên di rojên dawî de zêde bûne û destnîşan kir ku gel xwe li hemberî dewletê diparêze.

DEWLETÊ 7'Ê HEZÎRANÊ QEBÛL NEKIR

Yuksekdag encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand û da zanîn ku HDP'ê bi van encaman re destpêkeke nû destnîşan kir, lê belê dewletê ev qebûl nekir. Yuksekdag got, "Ev encam ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê destpêkeke bagş bû. Bi taybetî ji bo welatê me yê ku herêma şer e, hêviya aştiyê derket holê."

Yuksekdag ragihand ku encamên hilbijartinê, feraseta rêveberiyê ya antî demokratîk a dewletê neçarî guhertinê hiştiye û hêviyên Erdogan ên serokatiyê têk biriye. Yuksekdag got, "Komkujiyên beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Amed, Mersîn û Edeneyê destpê kirin, piştre li Pirsûs û Enqereyê dewam kirin, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ji bo hilbijartinê hatin bikaranîn."

Yuksekdag da zanîn ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê di nava şert û mercên darbeyê de hatine kirin û destnîşan kir ku ew ê li hemberî vê feraseta darbeyê têkoşîneke xurt bimeşînin.

GEL XWE LI HEMBERÎ DEWLETÊ DIPARÊZE

Yuksekdag anî ziman ku fatûra hilbijartinên 7'ê Hezîranê li gelê sivîl hatiye birîn û êrîşên li Cizîr, Farqîn û Nisêbînê bibîr xist. Hevseroka HDP'ê da zanîn ku gelê li van herêman xwe li dijî êrîşên dewletê diparêze.

Yuksekdag piştî axaftinê, bersiv da pirsên gelek siyasetmedarên Skoçyayî yên di hevdîtinê de amade bûn.