Ji bo Şengalê li Hannoverê mîtîngek hat lidarxistin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ku piştî komkujiya Parîsê tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin ji bo Şengalê mîtîngek hat lidarxistin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ku piştî komkujiya Parîsê tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin ji bo Şengalê mîtîngek hat lidarxistin.

Organîzatoran diyar kirin ku ji ber tehîdên êrîşan destûra fermî roja Çarşemê girtine û ji ber şertên xerab ên hewayê tenê bi sedan kes tevlî bûne.

Di mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê hat organîzekirin, komeleyên di bin banê Navenda Civaka Kurd a Elmanya, federasyonên Êzdiyan, gelên din û rêxistinên komên baweriyan jî piştgirî dan. Di mîtînga ku bi bernameyeke berfireh hat lidarxistin, daxwazên bingehîn ên wek ji bo Şengalê naskirina statuyê û hêzên YBŞ’ê bi awayekî fermî bên qebûlkirin derketin pêş.

Di mîtîngê de her wiha ji bo piştgiriya ji nû ve avakirina Şengalê bang hatiN kirin. Organîzator vê mîtîngê ji bo kampanyaya ji Şengalê re wek destpêkekê dibînin.

Çavlirê ye ku di hefteyên pêşiya me de daxwazên ji bo Şengalê zêdetir bibin.