'Ya qetil dike dewlet e, em ê nedin jibîrkirin’
Jinên AKA-DER'î bi wesîleya çil roja komkujiya Enqereyê li ber gara teqîn lê pêk hat, kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
Jinên AKA-DER'î bi wesîleya çil roja komkujiya Enqereyê li ber gara teqîn lê pêk hat, kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
Jinên AKA-DER'î bi wesîleya çil roja komkujiya Enqereyê li ber gara teqîn lê pêk hat kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Jinan pankarta, "Eger ti bixwazî wê aştî pêk bê, eger ti bixwazî wê kulîlk bipişkivin. Ya qetil dike dewlet e. Em ê nedin jibîrkirin” vekirin.
Bi wesîleya 40 roja komkujiyê jinan saet 10.04 ku komkujî rû da deqeyek rêzgirtin pêk anîn, dirûşmên, “Dewleta qatil wê hesab bide”, “Hêrsa jinan wê qatilan bifetisîne” gotin. Endama AKA-DER Aliye Ozkan a li ser navê jinan daxuyanî da diyar kir ku kesên îşkence li bedena bê ruh a gerîlaya YJA Star Kevser Elturk (Ekîn Wan) kirin û Dîlek Dogan li ber mala wê qetil kirin berpirsyarên komkujiya 10’ê Mijdarê ne. Ozkan anî ziman ku wê komkujiyên Enqere, Pirsûs, Amed, Farqîn, Cizîrê û Nisêbînê ti carî ji bîr nekin.
Bîranîn bi helbesta “Kuçuk Kizin Turkusu/Strana Keça Biçuk) a Gulten Akin nivîsandiye û endama AKA-DER Bîlge Boztepe xwend bi dawî bû.