Partiya Çep li Baden Wurttembergê starta hilbijartinê da
Partiya Çep a Elman, ji bo hilbijartinên eyaleta Baden Wurttembergê yên 16'ê Adara 2016'an, bi pêkanîna kongreyê re dest bi kampanyayê kir.
Partiya Çep a Elman, ji bo hilbijartinên eyaleta Baden Wurttembergê yên 16'ê Adara 2016'an, bi pêkanîna kongreyê re dest bi kampanyayê kir.
Kongreya pêncemîn a eyaletê ya li Stûttgart Unterturkheîmê, bi beşdariya zêdeyî 200 delegeyan pêk hat. Di kongreya ku bernameya hilbijartinên pêşkêşî dengdayînê hat kirin de Hevserokên Partiyê yên eyaletê Bernd Rîexînger û Gokay Akbûlût, wê bi 70 namzetan re kampanyayê bimeşînin.
Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Faîk Yagizay jî beşdarî kongreyê bû û peyamek pêşkêş kir. HDP'ê di peyama xwe de ragihand ku desteka Partiya Çep a ji bo wan gelekî girîng bû û spasiyên xwe pêşkêşî hemû endamên Partiya Çep ên di hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê de weke çavdêr wezîfe kirin. Di peyamê de hat gotin, "Bi hêviya em bi hev re hemû bend û sînoran derbas bikin, li dijî şer, faşîzm, mêtîngerî û nîjadperestiyê bijî piştgiriya gelan."
Di kongreyê de nûnerên AABF û gelek saziyên koçberan jî amade bûn.
Partiya Çep dixwaze ji benda ji sedî pêncan a li Baden Wurttembergê derbas bibe û cihê xwe di parlamentê de bigire.