Li Brukselê alarma sor

Li paytexta Belçîka Bruksel, piştî îxbara ku wê êrîşeke mîna Parîsê bê lidarxistin li bajêr alarma sor hat dayîn.

Serokwezîrê Belçîka Charles Michel di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li welêt li hemberî tehdîda terorê di asta herî jor de alarm dane û têkildarî wê êrîşeke mîna Parîsê were pêkanîn, îstixbarateke xurt girtine.

Hemwelatiyê Belçîka Salih Ebdulselam yê tê îdîakirin êrîşên Parîsê pêk aniye piştî êrîşan derbasî Belçîka bibû. Ji bo girtina Ebdulselam li Belçîka gelek operasyon hatin lidarxistin, lê tu encam bi dest neketin.

Hikûmeta Belçîka piştî girtina îstixbaratê metroya Bruksel heta roja Yekşemê girt. Bang li gel kir ku xwe ji navendê kirîn û firotinê dûr bigrin. Li bajêr aktîvîteyên wek konser, şano û sînema hatin betalkirin.