Polîsan li Nisêbînê jinek bi giranî birîndar kirin

Li Taxa Yenîşehîr a Nisêbînê jina bi navê Şerîfe Keleş (30) dema ku li hewşa xwe av dianî ji aliyê polîsan ve bi giranî hat birîndarkirin. Jina 30 salî li Nexweşxaneya Nisêbînê di beşa lezgîn de tê dermankirin.

Polîsan li Taxa Yenîşehîr a Mêrdînê jinekî din bi giranî birîndar kirin. Jina bi navê Şerîfe Keleş (30) dema ku derdikeve hewşê da ku avê bîne ji aliyê polîsan ve bi giranî hat birîndarkirin. Jina ku ji zikê xwe bi guleyê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Keleş, li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tê dermankirin û rewşa wê giran e.