DDB biryara 'ji nû ve lêpirsîna' doza Mehmet Erkek da

Di doza Mehmet Erkek ku tê gotin ji aliyê polîs ve hatiye qetilkirin Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) biryara "mafê jiyanê hatiye binpêkirin" da û hikuma da ku bûyer ji nû ve bê lêpirsîn.

Mehmet Erkek di Cotmeha 2011'an de dema êvarê ji mala xwe ya li Îzmîrê derket derve, agahî jê nehat girtin. Malbatê wê şevê serî li polîsan da û xwest cihê Erkek were tespîtkirin. Di 18'ê Cotmehê de, li gorî îdîayê; kesekî ku cesed li darekê daliqandî dît, îxbar kir û bi vî rengî cesedê Erkek hat dîtin.

Kekê Erkek Nevzat Erkek da xuyakirin ku piştî serlêdana wan a windabûnê, polîsên bûyer lêkolîn dikirin bi şêweyê "Mehmet Erkek sempatîzanê PKK'ê ye, di hilbijartinê de ji bo DBP'ê deng kom dikir" rapor amade kirine û anî ziman ku birayê wî ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin lê belê kiryar nehatiye dîtin. Piştî bidawîbûna rêyên hiqûqa navxweyî qediya, parêzerê malbatê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

DDB: MAFÊ JIYANÊ HAT BINPÊKIRIN, BILA LÊPIRSÎN JI NÛ VE BÊ MEŞANDIN

Dadgeha Bilind serlêdan nirxand û biryar da ku 'mafê jiyanê' ku bi xala 17. a Destûra Bingehîn re hatiye ewlekirin, hatiye binpêkirin. Dadgehê her wiha ragihand ku 'şertê meşandina lêpirsîneke bi bandor' a li ser mafê jiyanê, hatiye binpêkirin û ji bo ji nû ve lêpirsîn were vekirin, biryar da ku nimûneyek ji Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê re were şandin.

Parêzera malbatê Nezahat Paşa, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji ANF'ê re nirxand.

'BIRYAREKE ERÊNÎ YE'

Paşa da xuyakirin ku biryara hatiye dayîn dikare ji bo dozên din bibe mînak û got, "Dadgehê biryareke erênî da. Dema li ser binpêkirina mafan em serlêdanê li qereqolan dikin, ji bilî qeydkirina serlêdanê tiştek nayê kirin. Rojekê dema bi awayekî tesadufî cenazeyek li cihekî bê dîtin, hingî dest bi hewldanekê dikin."

Paşa ragihand ku di doza Mehmet Erkek de ji bilî qeydkirina serlêdana malbatê ti tişt nehatiye kirin û got, "Di yek ji raporên lêkolînê de, ji ber ku gotine 'DBP'yî ye, dosya li cihekî hatiye hiştin û lêpirsîn nehatiye meşandin."

'TAZMÎNATA HATIYE DAYÎN, KOMÎK E'

Paşa diyar kir ku biryara hatiye dayîn, ji bo ji nû ve lêpirsîn were vekirin hêviyê dide wan û got, "Tazmînata ji malbatê re hatiye dayîn, gelekî kêm e. Diviyabû tazmînateke manewî ya ku xemgîniyê kêm bike, bihata dayîn. 28 hezar TL tazmînata ji 10 kesan re hat dayîn, hejmareke gelekî komîk e. Ji bo doz ji nû ve bê lêpirsîn em ê serî li dozgeriyê bidin û bibin şopdarên dozê."