Desteya Rêveber a Meclîsa HDP’ê hat diyarkirin

HDP’ê di civîna Meclîsa Partiyê ya îro lidarxist de endamên Desteya Rêveberiya Navendî diyar kir.

HDP’ê di civîna Meclîsa Partiyê ya îro lidarxist de endamên Desteya Rêveberiya Navendî diyar kir.

Piştî 2. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê, îro di civîna yekemîn a hatiye berfirehkirin de endamên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî hatin diyarkirin. Meclîsa Partiyê di serokatiya Hevserokan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de li Navenda Bazirganiya Cîhanê kom bûn, civînê nêzî 3 saetan dewam kir. 

Navên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê wiha ne: Alî Kenanoglû, Alp Altinors, Arîfe Çinar, Aycan Îrmez, Ayhan Bîlgen, Aysel Tugluk. Berfîn Azdal, Berfûm Çolak, Besîme Konca, Çîlem Kuçukkeleş, Edîbe Şahîn, Emîne Beyza Ustun, Fatma Kûrtûlan, Firat Yaman, Fîlîz Koçalî, Gulsen Ulker, Gulsum Agaoglû, Gunay Kûbîlay, Hakki Sarûhan Olûç, Hîşyar Ozsoy, Huseyîn Yilmaz, Mûrad Mihçi, Mûsa Pîroglû, Nadîr Yildirim, Nîmetûllah Erdogmûş, Osman Baydemîr, Seher Akçinar Bayar, Serpîl Kemalbay Pekgozegu û Sezaî Temellî.

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî wê sibehê saet 12.00’an li Navenda Giştî ya HDP’ê bicivin û cîgirên hevserokan hilbijêrin.