Li Neûchatel standên agahdarkirinê hatin vekirin

Li La Chaûx-de. Fonds û Neûchatel bi armanca aşkerakirina polîtîkayên qirkirin û qetlîamwarî yên dewleta Tirk standên agahdarkirinê hatin vekirin.

Li La Chaûx-de. Fonds û Neûchatel bi armanca aşkerakirina polîtîkayên qirkirin û qetlîamwarî yên dewleta Tirk standên agahdarkirinê hatin vekirin.

Kurdistaniyên li bajarên La Chaûx-de. Fond û Neûchatel ên girêdayî kantona Neûchatel a Swîsreyê, bi armanca protestokirina polîtîkayên qirkirin û qetlîamwarî yên dewleta Tirk a li ser gelê ku xwerêveberiyî îlan kirin û balê bikişînin ser bûyerên li Kurdistanê tên jiyîn standên agahdarkirinê vekirin.

Li standan bal kişandin ser qetlîamên hêzên dewleta Tirk ên li hember welatiyên sivîl ê li Kurdistanê, anîn ziman ku divê civakên li Ewropa dijîn li hember van bûyeran bêdeng nemînin.