Hejmara leşker û polîsên li Sûrê hatin kuştin zêde dibe

Li dijî hêzên dewleta Tirk ên êrîşî navçeya Amed Sûrê dikin, berxwedana YPS'ê bi xurtî didome.

Di şerê îro de gelek leşker û polîsên Tirk hatin kuştin. Rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin ku heta niha 5 leşker û polîs hatine kuştin.

Li dijî hêzên dewleta Tirk ên êrîşî navçeya Amed Sûrê dikin, berxwedana YPS'ê bi xurtî didome. Hêzên dewleta Tirk ên êrîşî taxan dikin, ji aliyê YPS'ê ve tên şikandin. Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatine dayîn, di şerê danê vê sibehê de gelek leşker û polîsên Tirk hatine kuştin. Rayedarên dewleta Tirk îdîa dikin ku heta niha 5 leşker û polîs hatine kuştin, 2 polîs jî bi giranî birîndar bûne.