Kurdên li Ewropayê li kolanan e: Cizîr û Sûr rûmeta me ne!
Li Elmanya, Fransa û Swêdê çalakiyên xwedîderketina li xwerêveberiyan didomin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 31 rêbendanê 2016, 12:55
Li Elmanya, Fransa û Swêdê çalakiyên xwedîderketina li xwerêveberiyan didomin. Di çalakiyan de Yekîtiya Ewropa û DYA, ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî komkujiyan hatin şermezarkirin.
FRANKFÛRT
Bi pêşengiya YJK-Elmanya, zêdeyî 3 hezar Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên Frankfûrt, Gîessen, Mannheîm, Maînz, Darmstadt, Saarbrucken, Sîegen Hanaû, Offenbach û Fûldayê, saet di 15:00 de ji ber Haûptbahnhof a Frankfûrtê dest bi meşê kirin. Girseya gel li ber pankarta bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujî heye", "Berxwedana Cizîr û Sûrê rûmeta me ye", "Berxwedan jiyan e" heta Haûpwache meşiya û li vê derê mîtîngek pêk anî.
Li ser navê YJK-Elmanya Delal Yaman li vir peyivî û got, "Em ji bo Cizîr û Sûrê li qadan e. Bila welatên Ewropayê baş zanibin; mirov êdî li Kurdistanê ji ber tîbûna, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin. 28 kes li jêrzemîna malekê bi birîndarî tî-birçî tên hiştin. Li şûna ambûlansê dewlet tank û topan dişîne. Ev du meh in li Cizîr û Sûrê gel ji bo mirovahiyê têdikoşe. Hûnê hînê heta kengî li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng bin? Dîktator Tayyîp Erdogan bisekinînin! Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn jî divê tevlî çalakiyan bibin."
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Yildiz Aktaş jî got, "Êdî kêr gihîştiye hestî" û da xuyakirin, ku bêdengiya Elmanya û Ewropayê tê wateya erêkirina komkujiyan. Aktaş ji Elmanya û Ewropayê xwest, tavilê bikevin nava tevgerê.
Nûda Metîna li ser navê NAV-DEM'ê peyivî û got, "Ji bo pêşîgirtina li komkujiyan çi ji destê kê tê divê bike. Weke Kurdên li Ewropayê bi çalakiyên xwe re em dikarin pêşî li komkujiyê bigirin."
Li ser navê PYD'ê jî Carlos Kobanê axivî û bang li gelê li Ewropayê kir, ji bo bi xurtî li berxwedana Cizîr û Sûrê derkevin.
BERLÎN
Komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê civakên baweriyan ve hat şermezarkirin. Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK9, Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), rûspiyên Êzidî, Asûrî-Suryanî û Xiristiyan ji meşa li Potsdamerplatzê destpê kir re pêşengî kirin. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Ol hemû ji şerê li Kurdistanê re dibêjin NA' vekir û heta Brandenbûrger Tor meşiya.
Di çalakiya ku bi qasî 2 hezar kes lê amade bûn de Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, Nûnerê CÎK'ê Mele Seîd, Dîroknas Nîck Braûns axivîn û xwerêveberî silav kirin. Di axaftinan de bêdengiya Elmanya û Yekîtiya Ewropa li pêşberî komkujiyan hat şermezarkirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Başûrê Fransê nêzî hezar Kurdistanî bi armanca piştgiriya berxwedanên Sûr, Cizîr, Silopiya û protestokirina qetlîamên dewleta Tirk li kolanan bûn.
Çalakiya li Qada Canebiere ji aliyê Însiyatîfa Piştevaniya bi Kurdistan a Fransiyan damezirandine, Navenda Civaka Kurdistan a Marsîlya û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan organîze kir. Nûnerên Meclîsa Gelê Demokratîk a Kurdistanê ya Marsîlya, Navenda Çanda Elewiyan û Meleyê Mizgefta Feqiyê Teyran axivîn. Di axaftinan de hat xwestin wek Kobanê divê bi ruhê seferberiyê xwedî li berxwedana Bakurê Kurdistanê bê derketin.
Di çarçoveya çalakiyê de li pêşiya avahiya walîtiyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn, banga piştevaniyê hat kirin.
GAVLE
Jinên Rojavayî yên li bajarê Gavle yê Swêdê dijîn, greva birçîbûnê ya 3 roj an bi dawî kirin.
Nûnerê Swêdê yê PYD’ê Şiyar Alî, Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gavle Halîme Aldûr û Endama Meclîsa Şaredariya Gavle ya Partiya Çep Jin Akgul Haco di pêşendana li qada ku konê greva birçîbûnê lê hatiye danîn de axivîn, diyar kirin ku li ber çavên tevahî cîhanê hikûmeta AKP’ê qetlîaman pêk tîne, dewleta Tirk protesto kirin.
Di çalakiyê de ji DYA û YE hat xwestin ku li hember qetlîaman bêdeng nemînin.
Nûnerê Swêdê yê PYD’ê Şiyar Alî bi bîr xist ku dema êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê gelê Kurd ê li Bakur rabûn ser piyan û piştgirî dan berxwedanê, got gelê Rojava jî wê heta dawiyê piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyê bike.
Di çalakiyê de ji bo çalakiya îro saet 14.00’ân li Qada Medborgarplatsen a Stockholmê banga tevlîbûnê hat kirin.