Muslim danûstandinên li Cenevreyê vegot
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim: Ne tenê Tirkiye. Hin hêzên din jî nedixwestin em tevlî pêvajoyê bibin. Ji ber ku vexwendina me ji aliyê siyasî ve dihat wateya naskirina me.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim: Ne tenê Tirkiye. Hin hêzên din jî nedixwestin em tevlî pêvajoyê bibin. Ji ber ku vexwendina me ji aliyê siyasî ve dihat wateya naskirina me.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin, ku ne tenê Tirkiyeyê hin hêzên din jî nedixwestin ew tevlî pêvajoyê bibin û got, "Hêzên ku ji roja destpêkê ve digotin eger hûn nebin çareseriya siyasî nabe, niha dibêjin hinekî bisekinin hûnê tevlî bibin."
Muslim danûstandinên li Cenevreyê ji ANF'ê re nirxand.
KURD NEBIN ÇARESERIYA SIYASÎ NABE
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, venexwendina wan di kêliya dawî de zelal bû û got, "Berê ne diyar bû. Her kes li bendê bûn em beşdar bibin, ji ber ku gelek derdoran digotin di nava çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê de divê ji sedî sed Kurd hebin. Bi taybetî dihat gotin ku divê PYD û hêzên Rêveberiya Xweser amade bin. Her kesên me pê re hevdîtin kirin gotin, 'Nabe ku hêzek, sîstemek li Sûriyeyê heye ji nedîtî ve were, eger ji nedîtî ve were çareserî û aştî nayê Sûriyeyê."
Muslim anî ziman, ku niha jî heman tişt ji wan re tê gotin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yên ku heta roja îro gotin 'eger hûn nebin nabe' niha dibêjin 'hebûna we di roja destpêkê de wê bibe sedema tevlîheviyê. Lewma dibe ku hûn di roja destpêkê de nebin, lê piştre hûnê tevlî bibin'."
NY: VEXWENDINA WE, REWŞEKE JI ERKA ME MEZINTIR E
Muslim da zanîn ku tevlîbûn an jî tevlînebûna wan bi temamî ji rojevê derneketiye û ev xal destnîşan kir: "Lê belê wê kengî û bi çi rengî me tevlî bikin ew ne diyar e. Dibêjin, 'em benda dema wê ne'. Wekî din wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên di vî warî de erkdar in gotin: Ev biryar ji erka min mezintir e. Ji vê gotinê me fêm kir ku plan û hêzeke ji NY mezintir heye, ku vexwendina me asteng dike.
NAXWAZIN JI ALIYÊ SIYASÎ VE EM BÊN NASKIRIN
Muslim axaftina xwe wiha dewam kir: "Mijara vexwendin an jî nevexwendin ne tenê bi Tirkiyeyê re eleqedar e. Hin hêzên hene naxwazin em tevlî pêvajoyê bibin. Ji ber ku vexwendina me ya ji vê derê re, wê bihata naskirina me ji aliyê siyasî ve. Hin hêzên din ên girîng hene ku naxwazin me yanî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk nas bikin.
Li gorî hin derdoran eger Kurd li Cenevre-3 bin, Kurd wê bibin xwedî statuyekê, lewma helwesteke dijber nîşan didin Helwesteke duyemîn jî heye, ew jî: hebûna demokratîk a sîstema em li herêmê ava dikin. Ji her alî ve em sîstemeke demokratîk ava dikin. Hebûna vê sîstemê û qebûlkirina wê ji aliyê gelan ve, bi xweşiya gelek derdoran naçe. Ji ber vê yekê, dixwazin naskirina vê sîstemê asteng bikin.
Hêzên ji ber van her du sedeman li hev civiyane, li dijî me bûne yek. Yanî li aliyekî Tirkiye ya dixwaze pêşî li statuya Kurdan bigire, li aliyê din jî hêzên naxwazin sîstema Kurdan destnîşan kiriye bê qebûlkirin.
Ev 5 sal in naxwazin me qebûl bikin. Dixwazin hin derdorên cuda jî tevlî vê bikin. Yek jê dibêje 'alîgirê rejîmê ye' yê din jî dibêje 'terorîst' e. Bi tenê mantiqekî vê heye, ew jî; daxwaza ji bo astengkirina sîstema Kurdan e."
TI KES ÊDÎ NIKARE VÎNA KURDAN TINE BIHIESÎNE
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da zanîn, hebûn û hêza Kurdan êdî li Rojhilata Navîn derketiye holê, her kes divê vê hêzê bibîne û qebûl bike. Muslim got, "Eger vana dixwazin li dijî terorîzmê şer bikin, nikarin vê hêzê ji nedîtî ve bên. Sîstem û vîneke ji aliyê gelê Kurd ê ji 40 mîlyonî ve hatiye qebûlkirin, ti kes nikare tine bihesibîne.
Ji ber ku nikarin tineb bihesibînin, dizanin divê rêyekê bibînin. Lewma em dibêjin; hûn ê neçar bimînin me qebûl bikin.
Bi taybetî hêzên herêmî yên li hemberî me li ber xwe didin. Tirkiye, Siûdî, Rejîma Sûriyeyê û Îran serkêşiya van dikin."
DYA-RÛSYA: CENEVRE-3 BÊYÎ KURDAN NABE
Li ser danûstandinên xwe yên bi heyetên DYA û Rûsyayê re Muslim wiha axivî: "Ez nikarim hemû detayan ji we re bêjim. Lê belê di hevdîtinan de her du aliyan ev yek ji me re gotin: 'Hinekî sebir bikin. Ev pêvajo bêyî Kurdan nabe, hûnê ji sedî sed tevlî bibin. Lê belê dema wê girîng e."
Muslim da zanîn, wan ji van hêzan re gotine divê ew ji destpêka hevdîtinan ve amade bin û got, "Me ji wan re destnîşan kirin, ku biryarên ji hevdîtinên em lê ne amade ne derkevin, em ê wan nas nekin. Ti mecbûriyeteke me ya naskirina van biryaran nîne."
EGER DAIŞ BIHATA VEXWENDIN DIBE KU DENGEKÎ EWÇEND DIJBER DERNEKETIBÛYA
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman, ku eger DAIŞ bihata vexwendin dibe ku dengekî ewçend dijber bi bilindî derneketibûya û got, "Ahrar ul Şam û Ceyş ul Îslam ên li Riyadê amade bûn, ji aliyê mejî ve ji Cephet ul Nûsra û DAIŞ'ê ne cudatir in."
YEKANE HÊZA LI CENEVREYÊ DEMOKRASIYÊ BIPARÊZIN EM IN
Muslim da xuyakirin, ku ji ber ji aliyê siyasî ve naxwazin Kurdan û hêzên demokratîk qebûl bikin, ew ew li derve tên hiştin û got, "Yanî naxwazin weke nûnerekî siyasî me qebûl bikin. Tu yê ji bo herêmê qada nirxên demokrasî û mirovahiyê bike, lê yekane hêza demokratîk a li herêmê ji nedîtî ve were.
Di hevdîtinên Cenevreyê de, ji bilî me ti hêzeke laîktiyê, nirxên îsanî û demokrasiyê biparêzin, nîne. Yekane hêza ku nirxên mirovahiya nûjen biparêzin em.
Ti ji mûxalefeta ji Cenevreyê re hatine vexwendin nirxên em diparêzin naparêzin. Bi hêzên xwedî mantiqê dewleta Îslamî re demokratîkbûyîn pêk nayê. Yekane hêza demokrasiyê diparêze em in. Eger me li dora maseyê qebûl nekin, wê çaxê wê ji hevdîtinan tiştekî din derkeve."
EM Ê BIRYARÊN BÊN WERGIRTIN NAS NEKIN
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin, ku Cenevre-3 eger bêyî Kurdan pêk were, wê aqûbeta xwe mîna Cenevre-2 be û bibîr xist ku piştî Cenevre-2 gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, di rewşê de ti guhertin pêk nehat."
Muslim diyar kir, ew ê biryarên ji civîneke ew lê ne amade bin bên wergirtin nas nekin û got, "Ti mecbûriyeta me ya naskirina biryaran nîne. Eger em tevlî bibin û xizmetê ji gelê me re bike hingî em ê qebûl bikin. Naxwe em qebûl nakin."
Ji bo pirsa 'eger biryara agirbestê bê dayîn, helwesta we wê çi be?' Muslim ev bersiv da: "Eger di wergirtina vê biryarê de em ne amade bin, ev biryar wê me eleqedar neke. Em vê bi awayekî zelal dibêjin."
JI SEDÎ SED WÊ HIN TIŞT WERIN GUHERTIN
Li ser rewşa Cerablûsê jî Muslim ev nirxandin kir:
"Ev rewşeke leşkerî ye. Li Cerablûsê hebûneke Kurdan heye, herêmeke ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Li gorî rewşa li wir wê hin tişt bên guhertin. Di rojên pêş de nebin jî, di dema pêş de divê ji sedî sed hin tişt werin guhertin. Ew der niha di destê DAIŞ'ê de ye. Kurdên li wê derê jî rojane bang dikin dibêjin me rizgar bikin. Herêmeke hesas e. Em binêrin bê wê çi biqewime."
Der barê gefa Tirkiyeyê de jî Muslim got, "Tirkiye dibêje 'ez ê mudaxle bikim'. Tu çima mudaxle dike, çi karê te li wir heye. Tirkmen bi me re ne, Ereb bi me re ne. Em li hev dikin, çi karê Tirkiyeyê heye. Çi mafê xwe heye ku radibe li nava welatekî din ji xwe re xeta sor xêz dike. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne."
NABE KU GELÊ CERABLÛSÊ HETA BI HETAYÊ DI BIN SERWERIYA DAIŞ'Ê DE BIJÎ
Muslim destnîşan kir ku nabe gelê Cerablûsê heta bi hetayê di bin serweriya DAIŞ'ê de bijîn û got, "Ev nayê qebûlkirin. Li wê derê têkoşîna hin hêzan heye. Em ê bibînin bê rewş çawa biguhere. Ne tenê li Cerablûsê divê li temamiya Rojhilata Navîn DAIŞ bê tinekirin."