Li Brîghtonê protestoya ‘qetlîamê’: Terorîst Tirkiye!
Li bajarê Brîghtonê qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin û berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin.
Li bajarê Brîghtonê qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin û berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li herêma Sûssex a Îngîltere dijîn protestokirina terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê didomînin. Bi armanca bala raya giştî ya Brîtanya bikşînin ser qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Sûssex ve li bajarê Brîghtonê çalakî hat lidarxistin. Aktîvîstên Brîtanyayî jî piştgirî dan çalakiyê.
Çalakiya protestoyê ya rastî eleqeyek mezin hat, bi belavokan ve qetlîamên dewleta Tirk hat teşhîrkirin.
Di çalakiyê de ji hikûmeta Brîtanya hat xwestin ku li hember qetlîaman bêdeng nemîne.
JI HIKÛMETA BRÎTANYA RE: BÊDENG NEMÎNE!
Kurdistanî û dostên wan pankartên, “Li Kurdistanê Terora Dewletê Bi Dawî Bikin”, “Artêşa Tirk Bajarên Kurdan Bomberdûman Dike; Sivîlan Dikuje”, “Divê Hikûmeta Brîtanya Bêdeng Nemîne” vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên, “PKK’ê Gel E Gel Li Vir E”, “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin.