Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Şerîk diyar kir, eger berxwedana xwerêveberiyê dorfireh bibe wê AKP bi xurtî têk biçe û destnîşan kir, ku divê her der mîna Cizîr û Sûrê li ber xwe bide. Şerîk banga tevlîbûna li nava refên YPS'ê kir.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk, berxwedana xwerêveberiyê, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Kurdistanê, şerê taybet û berpirsyariyên hêzên demokratîk û çep ji ANF'ê re nirxand.
ŞEREKÎ Bİ VÎ RENGÎ LI CIHEKÎ DIN NEHATIYE DÎTIN
Şerîk bibîr xist, ku berxwedana xwerêveberiyan a gelê Kurdistanê zêdeyî 6 meh in dewam dikin û di destpêka axaftina xwe de gelê li ber xwe dide û berxwedêrên li çeperan silav kir.
Şerîk da xuyakirin, ku li dijî tank, balafirên keşfê, helîkopter û hêzên ji bo kuştinê hatine perwerdekirin, gel bi gelek derfetên kêm, bi baweriya xwe li ber xwe didin û got, "Ji aliyê derfet û teknîkê ve hevsengiyeke di navbera her du hêzan de hevsengiyeke gelekî neheq heye. Şerekî ku li ti devera cîhanê nehatiye dayîn tê meşandin. Aliyekî vî şerî dewleta Tirk e, aliyê din jî hêzên azadî û demokrasiyê ne."
Şerîk da zanîn, ku tevî vê neheqiya navbera hêzan jî, têkoşîneke dijwar tê meşandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Komkujî tên kirin, cenaze bi rojan li naverastê tên hiştin, derfetên dermankirinê ji destê birîndaran tên girtin, îşkence li cenazeyan tên kirin, bedena mirovan tên parçekirin. Şerekî taybet ê kirêt û wehşî tê meşandin. Pitik di rehma dayika xwe de tên kuştin. Ne tenê derketina derve tê qedexekirin, derketina ber şibakeyê jî tê qedexekirin. Ya ku Îsraîlê li Gazzeyê kir, ya ku Sirpan li Saray Bosnayê kir, li ber vê yekê, hîç e."
JI ALIYÊ SERKÊŞÊ DEWLETÊ VE TÊ KOORDÎNEKIRIN
Şerîk diyar kir, AKP di şerê serdestan ê li Kurdistanê de weke temsîla vîna siyasî derket holê, lê belê niha ne tenê vîna siyasî di heman demê de fermandariya leşkerî jî dike û got, "Sedema vê ferza Erdogan a ji bo sîstema serokatiyê ew e; pêwîstiyê pê dibîne şer ji yek navendê bi rê ve bibe. Meclîs niha baypas kiriye û her hefte bi keyayan re bi vê armancê civînan lidar dixe. Yanî hêza navîn, burokrasiya navîn bêfonksiyon dihêle û hewl dide yekser gel mûxatab bigire. Dixwaze desteka girseyan bi dest bixe. Fermandariya şerê li Kurdistanê ne di destê Serokatiya Fermandariya Giştî yan jî fermandariyên artêşê yên li herêmê de ye. Fermandariya vî şerî di destê Erdogan de ye. Agahiyan didin Erdogan û berî dest bi komkujiyan bikin jî fermanê ji Erdogan digirin."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da zanîn, ku şerê taybet ê îro tê meşandin ne tenê bi hêza leşkerî tê meşandin û ragihand, ku bi pêşengiya Erdogan dorpêçiyeke ramanî ya dewleta Tirk jî heye.
Şerîk da xuyakirin, ku ji bo komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û berxwedana xwerêveberiyê negihêje raya giştî ya navneteweyî û li nava gelên Tirkiyeyê deng venede, çapemenî-weşan jî hatiye dorpêçkirin.
LEŞKERÊN JI BO PEREYAN ŞER DIKIN, LI KURDISTANÊ ŞER DIKIN
Şerîk der barê rastiya şerê niha li Kurdistanê tê meşandin de got, "Şerê niha li Kurdistanê tê meşandin bi leşkerên ji bo pereyan şer dikin, tê meşandin. Yanî yên ku ji bo 5 hezar lîreyên dewletê şer dikin, dema tu 10 hezar lîre bide ew ê ji bo te şer bike. Mesela, dayika yek ji tîmên taybet ê li Kurdistanê di şerê li hemberî gelê Kurd de mir, di axaftineke xwe ya telefîzyonê de got, 'Yên li wê derê şer dikin zarokên feqîr-xizanan e. Karekî bike nîne, vê nekin wê çi bikin?' Yanî ji bo zikê xwe têr bike diçin xwe difiroşin û gel vê yekê dibêje. Ji bo zikê xwe têr bike, dibe mirovkujê kirêkirî. Hemû hêzên li Kurdistanê şer dikin, bi vî rengî ne. Lewma ne pêkane ku hêzên bi vî rengî gelekî mîna gelê Kurd bi bawerî li ber xwe dide, têk bibe. Ji ber vê yekê, 2. mezintirîn artêşa NATO'yê, tevî ku hemû rê û rêbazên xwe yên kirêt bi kar tîne jî ev 6 meh in nikare berxwedana li navçeyekê jî bişikîne."
BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ BERXWEDANA HEMÛ ANTÎKAPÎTALÎSTAN E
Şerîk ragihand, divê her kes vê berxwedanê baş analîz bikin û fêm bikin û anî ziman, ku berxwedana îro li Kurdistanê didome ne tenê ya gelê Kurdistanê ye; têkoşîna xwedîderketina civakê li xwerêveberiyê ye.
Şerîk da zanîn ku ev yek têkoîna modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e, ku xwe bike sazî û şênber bike. Şerîk got, "Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, girîng e hemû şoreşger û hêzên şaristaniya demokratîk haya xwe ji vê hebin. Lê belê ev hişmendî niha gelekî qels e. Ev têkoşîn têkoşîna hemû antîkapîtalîst hemû sosyalîstên li her devera cîhanê ye û divê ji sedî sed bi ser bikeve. Ji xwe li pêşiya vê têkoşînê alternatîfek week biserneketinê nîne. Û serketina bi dest bixe wê bibe serketina hemû gelên cîhanê û mirovahiyê. Pêwîste hemû şoreşger, gel û sosyalîstên cîhanê vê bibînin, cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê ya Sûr, Cizîr, Silopiya û tevahiya Kurdistanê bigirin û xwedî lê derkevin. Eger vê bikin, hem wê zextê li rejîmên xwe jî bikin û hem jî tevkariyê li serketina berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê bikin. Ev niha tê kirin, lê kêm e. Mînak di dema Kobanê de desteka wan a ewilî şexsî bû, lê piştre ev zêde bû û gihaşt avabûna tûgayên enternasyonalîst. Di rewşa heyî de dikare li Bakurê Kurdistanê dorfirehtir bibe."
CIHÊN LI DERVEYÎ CIZÎR Û SÛRÊ DIVÊ ÇI BIKIN?
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk li ser cihê bajar û navçeyên din ên Kurdistanê di têkoşîna xwerêveberiyê de ev nirxandin kir:
"Li Kurdistanê îlanên xwerêveberiyê li hin navendên diyar kûr bû û bi navê van re hat bilêvkirin. Lê tevî van li hin deverên din jî hat ragihandin. Bêguman li wan deveran mîna Sûr, Cizîr û Nisêbînê şerekî dijwar nebû. Lê ev yek nayê wê wateyê ku ji bilî Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbînê deverên din li ber xwe nedane. Ragihandina xwerêveberiyê ji xwe tê wateya helwest û berxwedana li dijî xespkirina vînê. Berxwedanên xwerêveberiyê yên li van deran jî wê bike ku gel li derveyî xwe bi rê ve bibe. Wê bi sazîbûyînê re bidome. Ev yek niha li gelek deverên Kurdistanê didome. Dewlet naxwaze ev dever jî veguherin Sûr û Cizîrê lewma êrîşî van deran nake. Ji ber ku eger bi heman rengî êrîş bike, wê berxwedan derkeve asteke cudatir. Dewlet vê dibîne û nikare bi vê. Nêzîkatiya dewletê bi vî rengî ye; 'Eger em berxwedana cihên mîna Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê bikişînin, li deverên din jî bêyî şerekî dijwartir rû bide, em ê karibin encamê bi dest bixin.'
Di rewşa heyî de girîng e gelê li van deverên din xwerêveberiyên xwe xurttir bikin û veguherînin mîna Sûr, Cizîrê. Şert e ku civak bi rêxistinbûyîna xwe re, têra xwe rêvebirinê bike. Pêwîste li cihê lê ye saziyên dewletê bêbandor werin hiştin, sazîbûyînên demokratîk werin afirandin û xweparastin bê xurtkirin. Yanî sazîbûyîna xwerêveberiyê û xweparastin divê bi hev re bên meşandin. Gelê Bakurê Kurdistanê bi refleksên xwe yên li hemberî mêtîngeriyê re ev yek gelek caran nîşan da. Serhildanên 6-8'ê Cotmehê bi vî rengî bû. Kurdistanî li her deverê rabûn ser piyan û dewletê amadekarî kir Kurdistanê biterikîne.
Ya ku niha divê li tevahiya Bakurê Kurdistanê û ji aliyê hemû Kurdan ve were kirin, xwedîderketina li berxwedana destanî ya Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Silopiyayê ye. Ev yek jî bi tevlîbûna gel li nava refên YPS'ê bi taybetî jî bi tevlîbûna ciwanan û veguherandina her cihî mîna Sûr û Cizîrê dibe. Dewlet hewl dide berxwedanê li hin herêman dorteng bike û nehêle li cihên din belav bibe. Divê ev polîtîkaya dewletê bê pûçkirin. Bi rewşa heyî re atmosfereke 'cihên mîna Cizîr û Sûrê bi tenê hatine hiştin' tê afirandin. Ji bo ev yek ji holê bê rakirin girîng e têkoşîn were dorfirehkirin. Mercên vê yekê hene û di her kêliyê de dikare biteqe. Roj roja têkoşînê ye. Di vê çarçoveyê de divê hem berxwedana xwerêveberiyê bê xurtkirin, hem li cihên weke Sûr û Cizîrê li dijî faşîzma dewleta Tirk şer bê meşandin û bi her awayî serhildan bê kirin. Eger ev were kirin, faşîzma AKP'ê wê nema karibe hebûna xwe bidomîne û berxwedana xwerêveberiyê wê bi ser bikeve."