Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn terora dewleta Tirk şermezar dikin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê û protestokirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê didomînin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê û protestokirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê didomînin.

PARMA

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Îtalya Parma û derdora wê dijîn, der barê terora dewleta Tirk a li Kurdistanê de, bi sekreterên giştî yên sendîkayên karkeran CISIL û CGIL re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de dosyayên li ser mijarê hatin radestkirin. Her wiha banga tevlîbûna li kampanya "Em ê hebin hevparê vî sûcî" ya akademîsyenan hat kirin. Li Fîdenza jî bi rayedarên şaredariyê re hevdîtin hat kirn û dosya hat pêşkêşkirin. Li aliyê din, li Parma jî CAS (Colettivo Anarchico AntiSessiAnti) bi mijara "Li gorî me Kobanê" çalakiyek lidar xistin. D. Pepîpno ku beriya niha çûbû serdana Rojava û Bakurê Kurdistanê, çavdêriyên xwe vegot.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, bi pêşengiya YJK-Elmanya bi hezaran kes li Laûtenschlagerstr. li hev civiyan û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar kirin. Qisekeran dan xuyakirin, ku ji ber êrîşên dewleta Tirk zêdeyî du sed hezar mirov ji neçarî koçber bûne, dewleta Tirk nahêle birîndar sewqî nexweşaxneyê werin kirin, bi qedexeya derketina derve re gel êsîr girtiye û mehkûmî tî û birçîbûnê kiriye. Girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan ji vê derê heta Schlosplatzê meşiya. Nûnera YJK-Elmanya li mîtîngê axivî û bal kiaşnd ser hovîtiya dewleta Tirk li gelê Bakurê Kurdistanê dike. Parlamentera Dîe Lînke Heîke Haensel û Gokay Akbûlût jî li vir axivîn û bang li Serokwezîr Merkel kirin ku derhal têkiliyên kirêt ên bi Tirkiyeyê re biterikîne û qedexeya li ser PKK'ê rake.

NEUMUNSTER

Li bajarê Elmanya Neumunsterê jî berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. Meşa bi vê armancê ji Navenda Civaka Demokrtîk a Kurd destpê kir, heta navenda bajêr dewam kir. Faşîstên Tirk ên li ser rêya çalakiyê bûn, hewl dan provokasyonê derxînin û 2 ji faşîstan hatin binçavkirin.

KASSEL

Li bajarê Elmanya Kasselê bi beşdariya 2 hezar kesî ji Halîtzplatzê meşekê destpê kir. Girseya gel di dema meşê de li ber febrîqeya çekan a li kolana Wolfhagenê sekinî û komkujiyên dewleta Tirk ên bi çekên Elmanya li dijî Kurdan pêk tîne, şermezar kir. Çalakî li Konîngplatzê bi dawî bû.

LI KÎELÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA ELEWIYAN

Li bajarê Elmanya Kîelê jî civaka Elewî ji bo silavkirina berxwedana li Sûr, Cizîr û Nisêbînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Çalakî li Komeleya Elewiyan a Kîelê pêk tê. Çalakgeran bang li raya giştî kirin, ku li dijî polîtîka qirkirinê ya li hemberî Kurdan tê meşandin derkevin.

...