24 akademîsyenên din ketin ber lêpirsînê

24 akademîsyenên ji Zanîngeha Dîcleyê yên mora xwe danîn binê danezana 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' ketin ber lêpirsînê.

24 akademîsyenên ji Zanîngeha Dîcleyê yên mora xwe danîn binê danezana 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' ketin ber lêpirsînê. Ev lêpirsîna îdarî ya ji aliyê rektoriyê ve hat vekirin bi nivîseke fermî ji 10 akademîsyenan re hat ragihandin.

Akademîsyena jin a Elman Sonja Galler a mora xwe danî binê danezanê, hefteyek piştî îmzekirina danezanê ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve bêyî hincetek bê nîşandan, peymana wê ya perwerdeyê hat betalkirin û ji zanîngehê hat derxistin.

Di nivîsa fermî ya ji akademîsyenan re hat şandin de sedemek nehat diyarkirin. Her wiha mînakek ji dosya lêpirsînê jî ji akademîsyenan re nehat dayîn û mafên wan ên parastinê hat bisînorkirin.