2 kes li Cizîrê hatin girtin

Li Cizîrê ku dorpêçî û terora dewleta Tirk bi mehan e lê didome, ji kesên beriya du rojan hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.

Li Cizîrê ku dorpêçî û terora dewleta Tirk bi mehan e lê didome, personelê Şaredariya Cizîrê Gabar Vesek jî di nav de 6 kesan li Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê îfade dan.

Piştî îfadeyê Gabar Vesek, Orhan Acet, Bunyamîn Zirig hatin berdan, ciwanên bi navê Mehmet Mehmet Çagli û Enes Aydogan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgeha Tirk jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryara girtina Çagli û Aydogan da.