Bûlût: Çareseriya bêyî PYD'ê wê nîvco be

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, ji ber astengiya Tirkiyeyê venexwendina PYD'ê ji civîna Cenevre-3 re nirxand û destnîşan kir, ku vê astengiyê polîtîkaya Tirkiyeyê ya dijminatiya li tevgera Kurd careke din raxistiye pêş çavan.

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, ji ber astengiya Tirkiyeyê venexwendina PYD'ê ji civîna Cenevre-3 re nirxand û destnîşan kir, ku vê astengiyê polîtîkaya Tirkiyeyê ya dijminatiya li tevgera Kurd careke din raxistiye pêş çavan. 

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût ji ANF'ê re axivî û da zanîn, ku Tirkiye ne tenê li hemberî PYD'ê li dijî tevahiya tevgera Kurd polîtîkayeke dijminatiyê dimeşîne. Bûlût diyar kir, vê astengiyê di heman demê de hevsengiyên di lîstika dewletên mezin de derxistiye holê û got, "Dewlet herçend bi rêxistin û tevgeran re hevkariyê dikin jî, divê neyê ji bîr kirin; dema tercîhek di navbera dewlet û rêxistinekê de bê ferzkirin, dewlet timî dewletan hildibijêrin. Girîng e tevgera Kurd bala xwe bide ser vê xusûsê." Bûlût da zanîn, ku ne DYA ne jî Rûsya alîgir in li Sûriyeyê herêma xweser a Kurdan ava bibe, lewma divê Kurd hişyar be.

Bûlût ragihand, ku Tirkiyeyê duyemîn şaşîtiya xwe ya mezin kiriye û got, "Ya yekemîn polîtîkaya dijminatiya li Kurdan e. Ev yek wê di dema pêş de bi rengekî dijber lê vegere. Ya duyemîn jî ew e; Tirkiyeyê tevî ku hem Încîrlîk hem jî soza ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê daye jî, li hemberî DAIŞ'ê şer nake. Li pêşberî vê rewşê, hem Yekîtiya Ewropa hem jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) mixabin ji ber mijara penaberiyê dengê xwe li hemberî van şaşîtiyên Tirkiyeyê dernaxin û tevî ku haya xwe ji helwesta şaş a Tirkiyeyê heye jî PYD'ê niha li derveyî lîstikê dihêlin."

MÎNAKA DUYEMÎN ŞERÊ CÎHANÊ

Bûlût bêsamîmiyeta welatên rojavayî şiband bûyerên Duyemîn Şerê Cîhanê û ev nirxandin kir: "Îngilîzan li dijî Elmanya Nazî, rabûn partîzanên komunîst ên li Yewnanîstanê derxistin pêş. Lê kengî Nazî hatin qewirandin, hingî çavên xwe li tinekirina partîzanên komunîst girtin."

Bûlût diyar kir, pêwîste li dijî vê bêsamîmiyetê, PYD derdora xwe ji bilî DYA û Rûsyayê fireh bike, bi tevgerên siyasî yên Kurd ên din re ku germ nêzîk dibin, tevbigere û got, "Gelek hevalbendên PYD'ê hene û haya her kesî jê heye li Sûriyeyê çareseriyek bêyî PYD'ê wê nîvco be. Lewma divê PYD vê derfeta hevalbendên xwe bi kar bîne, dubare bi dubare nîşan bide ku li pişt astengiya Tirkiyeyê hincetên cidî nînin û belgeyên lis er desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê û yên din ên tund ên Îslamî, radixe pêş çavan."