Konferansa Jinan a CÎK: Rawestandina li dijî zilma AKP’ê îbadet e
Şaxa Jinan a CÎK’ê li Bremenê konferans li dar xist. Di konferansê de hat diyarkirin ku Îslam, rawestandina li dijî zilmê îbadet dihesibîne, banga têkoşînê li dijî qetlîamên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê hat kirin.
ANF
BREMEN
duşem, 1 reşemiyê 2016, 10:07
Şaxa Jinan a Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) bi tevlîbûna delegeyên ji Koln, Kîel, Wûppertal, Berlîn, Hambûrg, Bremen û Hannoverê, konferans li Navenda Perwerdeyê ya Mizgefta Saîdê Kurdî ya li Bremenê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Hatîce Sevîptekîn jî tevlî konferansê bû.
Di konferansê de perwerdeya di zimanê zikmakî, têkoşîna hevpar a bi jinên bindest ên ji nasnameyên cuda, têkoşîna li dijî qetlîamên jinan, piştevaniya bi jinên li qadên şer.
Di konferansê de pirsgirêkên jinên li Elmanya û Ewropa hatin nîqaşkirin, hat destnîşankirin ku ji bo zarok nekevin kemîna DAIŞ û çeteyên din pêwîstî bi têkoşînê heye.
Yên di konferansê de mafê axaftinê wergirtin, li şûna jiyana bi xurafeyên olî bal kişandin jiyana li ser esasê Kuranê.
Di axaftinan de sedemek şer a li erdnîgeriya Îslamê jî bêperwerdehî hat nîşandan, bal hat kişandin ku li Bakurê Kurdistanê dewlet Îslamê bikar tîne û qetlîaman dike.
SEVÎPTEKÎN: AKP JINAN QETIL DIKIN, BÊ NIRX DIKE
Parlamentera HDP’ê Sêvîptekîn wiha axivî: “Li Kurdistanê dayikên me, jin bi awayekî sîstematîk rastî zilmê tên. Pêwîste jinên me yên li Ewropa xwe bi rêxistin bikin û bibin cemaatek. Bûyine hem Misilman hem jî jina Kurd zehmet e, em polîtîkayek ku ol, zimanê me înkar dike re rû bir û ne. AKP di bin navê olê de jinên di dest wan Kuran şandin taxan û niha jinan qetil dike. Lê, li dijî zîhniyeta dagirker em ê wek jinên Kurd bi ser kevin. Dewleta AKP’ê bi maskeya ola Îslamê ve gelê me qetil dike. Di Îslamiyetê de cihê jinê cuda ye. polîtîkayên AKP’ê ti têkîliyên xwe bi rastiya Îslamiyetê tineye. Çeteyên ku AKP’e xwedî dike îro jinan li bazaran difiroşin. AKP’e bi Misilmantiya sexte ve herî zêde jinan bê nirx dike, bi firotina ji zilaman re jî dike meta.”
‘EMRÊ ÎSLAMÊ’
Di konferansê de hat destnîşankirin ku emrê herî mezin ê Îslamê li dijî zilmê rawestandin e, sekna li dijî zorbetiya dewleta AKP’ê jî îbadet e.
Ji axaftvanan Aysel Avesta qetlîamên 1915,1925,1938’an bi bîr xist. Avesta wêneyên van salan û 2014’an ên jinên rastî zilmê hatine dan ber hev, wiha got: “Tenê cudahiya reng di navberê de heye. Yek reş û spî ye, yek bi reng e. Ji bilî wê ti cudatî tineye.”
RÊVEBERÎ
Li gor biryara Konferansê, Şaxa Jinan a CÎK wê xebatên xwe wek Meclîsa Jinan a CÎK bi rê ve bibe.
Ji rêveberiya Meclîsa Jinan ev nav hatin hilbijartin: "Hacer Sercek (Fransa), Neslihan Ketboga (Koln), Nurhan Delîkaya (Berlin), Temra Temel (Wuppertal), Hacı Zohre Yilmaz (Hannover ), Gulle Çelîk ve Fatma Beykondu (Bremen)."
Hatîce Tûrhalli, Talîha Bal û Fatma Beykondû jî ji bo şûraya jinê hatin hilbijartin.
Konferans diyarî 3 jinên siyasetmedar ên li Silopiya hatin qetilkirin hat kirin.