Şemoyan: Em li dora meşaleya azadiyê li hev bicivin
Şemoyan: Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku li dora vê meşaleya azadiyê ya bi ruhê xwerêveberiyê geş dibe, bicive. Ji bo silavkirina Rêberê Azad û Kurdistana azad li meydana Amedê, divê em Kurdistanî dest bi berxwedana topyekûn bikin.
ANF
MOSKOW
yekşem, 31 rêbendanê 2016, 12:05
Hevserokê Kongreya Êzidiyan a Rûsyayê Cemal Şemoyan, der barê terora hikûmeta AKP'ê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê dimeşîne de daxuyaniyek da û banga berxwedana topyekûn li gelê Kurd kir.
Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan bi daxuyaniyekê, êrîşên faşîst ên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd şermezar kir û bang li hemû hêzên navneteweyî kir, ku li dijî terora dewleta Tirk derkevin.
Şemoyan bibîr xist, ku di herikîna dîrokê de gelê Kurd di destnîşankirina rêya xwe de zehmetî kişandine, lê îro ji bo avakirina siberoja xwe mora xwe li dîrokê didin û têkoşîneke watedar dimeşînin.
Şemoyan da zanîn, gelê Kurd bi têkoşîna xwe re ne tenê rêya xwe, ya hemû gelên herêmê ronî dike û got, "Hêzên faşîst ên nikarin xwe li vê derketina ser dika dîrokê ya gelê Kurd rabigirin, ji bo Kurdan careke din di nava tarîtiyê de bifetisînin, çi ji dest tê dikin. Gelê Kurd wê bi xwedîderketina li vî ruhê vejînê yê têkoşîna azadiyê re, li Kurdistanê azad bibe. AKP û Erdogan ên ji Kurdên azad ditirsin, ji bo şikandina vîna gelê Kurd serî li hemû lîstikên kirêt didin."
'EM BANG LI GELÊ KURD DIKIN KU LI DORA VÊ MEŞALEYA AZADIYÊ BICIVIN'
Şemoyan diyar kir, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin ne tenê berpirsyariya wan herêmên îlan kirine, berpirsyariya tevahiya gelê Kurd e û destnîşan kir, ku Kurd neçar in xwedî li vê berxwedanê derkevin.
Ji bo bidawîbûna terora dewleta Tirk a li Sûr, Cizîr, Silopiya û gelemperiya Bakurê Kurdistanê Şemoyan bang li gelê Kurd kir ku seferber bibe û got, "Her Kurd divê li cihê lê ye tevlî nava berxwedana xwerêveberiyê bibin. Gelê Kurd wê bi ruhê berxwedanê re meşaleya azadiyê ya bi hesreta wê ye li ser Sûrên Amedê vêxe. Meşaleya azadiyê ya li ser Sûrê Amedê were vêxiistin wê xaka Mezopotamyayê bi taybetî jî Cizîr û Sûrê ku berxwedanê reh berdaye, bi ronahiya azadiyê re ronî bike. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku li dora vê meşaleya azadiyê ya bi ruhê xwerêveberiyê geş dibe, bicive. Ji bo silavkirina Rêberê Azad û Kurdistana azad li meydana Amedê, divê em Kurdistanî dest bi berxwedana topyekûn bikin. Berxwedana me ya îro ji bo siberoja azad e."
Şemoyan bang li rûspiyên civaka Êzidî yên li pêşberî drama mirovahiyê ya li Şengalê bêdeng mabûn kir, ku êdî bêdeng nemînin û li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe bidin.