Demirtaş: AKP di şer de bi israr e; em ê serî netewînin
Hevserokê HDP’ê yê Giştî Demîrtaş diyar kir, ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû di şer de israr dike û got, "We ew der kirin dojeh, Toleradoya çi."
Hevserokê HDP’ê yê Giştî Demîrtaş diyar kir, ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû di şer de israr dike û got, "We ew der kirin dojeh, Toleradoya çi."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş ku beriya civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navenda Partiyê axivî, der barê daxuyaniya Davûtoglu ku gotibû “Vegera maseyê nîne” û “Em ê Sûrê bikin Toledo” ev tişt got, “Serokwezîr di cîhana xeyalî de dijî. Vegera maseyê tune ye tê çi wateyê? Heta niha çi zerara mase û hevdîtinê çêbû. Dema vedigerin maseyê mirin radiweste. Gotina vegera masayê tune ye tê wateya ku di şer de israr dikin. Ên ku Sûr xerakirin û şewitandin ew bi xwe ne. Li Cizîrê jî wisa ye. Wekî ku çeper xelas bûne dor hatiye ser îmara ku vegerînin Toledoyê. We wan deran vegeran dojehê, Toledoya çi.”
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk ku duh di Meclisa Partiyê de hatin bijartin îro di bin serokatiya Hevserokên HDP’ê Selahttîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de civiyan. Di civînê de ji bilî planên serdema nû dê alîkarên hevserokan ên nû jî werin diyarkirin. Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk tê.
Beriya civînê Hevserokê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş der barê rojevê de pirsên rojnamevanan bersivand. Demîrtaş nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû da ku gotibû “Vegera maseyê nîne” û got ev tê wateya ku di şer de israr dikin.
Demîrtaş pirsên rojnamegeran wiha bersivand: “Niha ku ji her derê welat re cenaze diçin, der barê birîndaran de jî ku ti geşedan nîne siyaset nikare ewqas bêhêstiyar tevbigere. Heta niha encamgirtinê deynin aliyekî 48 saet in agahî ji birîndaran nayê girtin. Dema têkiliya herî dawî bi wan re dihat danîn avahî hildiweşiya. Piştre jî agahî nehat girtin. Berpirsiyarên herêmê jî bi ti awayî agahî nadin. Avahiyek ku 24 saetan bi Heronan tên şopandin çawa dibe ku 48 saet in agahî nayê girtin.
Mafên gerdûnî ku ewqas ji aliyê AKP’ê ve tê binpêkirin rewşek bi fikar e. Serokwezîr nikare vê yekê înkar bike. Ji salên 90’î zêdetir binpêkirina qanûnan tê jiyîn. Bi vê yekê dixwazin çi bi dest bixin nayê fêmkirin. Serketina ku ji Cizîr û Sûrê dixwazin bi dest bixin çi ye? Ew jî nayê fêmkirin. Li pişt xwe ewqas enqaz, birîndar û mirî hiştin gelo serketine? Navê vê yekê têkçûna siyasetê ye.
Polîtîkayên AKP’ê ev tabloyê ava kir. Dema em vana rexne dikin jî vê carê jî HDP’ê rexne dikin. Serokwezîr, Serokkomar û Enqere fermana vê yekê nede wê tiştên bi vî awayî jî neyên jiyîn. Li wê derê binketinek siyasî heye. Welat hatiye ber bi rewşa kaosê ve. Hikûmet ji bo hesabê vê yekê nede parlementoyê girt.
Dibêjin heta “ewlehiya cemawerî pêk neyê çareserî jî pêk naye” bi muzakere û diyalogê ku dikare pirsgirêk bên çareserkirin hûn çima vê yekê pêk naynin? Dema hevdîtin dihatin kirin mirin jî tunebûn. Mafê civaka Tirkiyeyê heye ku vê pirsê bipirse.
Ji bo desthilatdariya AKP’ê, Serokdewletiyê û pêşeroja Qesrê ti kes ne mecbûre bimire. Kurd daxwaziyek ji bo mirinê nakin ji bo azadiya xwe dikin. Xwerêveberin û xweserî jî ev yeke. Daxwaziyak parçebûnê nîne, wekhevî û li ser vê yekê çî pêkanina demokrasiyê ye. Bi nîşandana şerekî mezin dixwazin gel mecbûrî Serokdewletiyê bikin. Di rewşa ku ewqas mirin û xwîn diherike de pêkanîna destûra bingehîn a nû ne pêkane."
Demîrtaş diyar kir ku hikûmet li çareseriyê girtî ye û got, "Hewl didin guhertina rejîma yek şexsî bi destûra bingehîn ewle bikin. Ka we digot 'eger em bi tena serê xwe bibin desthilatdar wê welat ji kaosê rizgar bibe!' Her roj cenaze tên... Em ê serî li ber polîtîkaya şer netewînin. Em alîgirê diyalog û muzakereyê ne."