Dîsa nehiştin kedkarên tenduristiyê biçin Cizîrê

14 kedkarên tenduristiyê yên ji TTB û SES'ê ku bi dilxwazî ji Nisêbînê berê xwe dan Cizîrê, ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve li pêşiya navçeyê hatin sekinandin.

Kedkarên tenduristiyê wê li Mêrdînê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û astengiyê protesto bikin. Ji bo wergirtina 15 birîndar û 7 cenazeyên ev 9 roj in li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê man e, 14 kedkarên tenduristiyê yên endamê TTB û SES'ê bi dilxwazî berê xwe dan Cizîrê. Lê belê danê sibehê bi biryara Walîtiya Tirk a li Şirnexê li pêşiya Hezexê hatin sekinandin.

Ji ber vê astengiyê kedkarên tenduristiyê vegeriyan Mîdyatê û vê carê di ser Nisêbînê re hewl dan biçin Cizîrê. Kedkarên tenduristiyê vê carê li pêşiya Mîdyatê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin.

Polîsên Tirk ji kedkaran re gotin bi biryara Walîtiya Mêrdînê ew ê nehêlin ew biçin Nisêbînê û li vê derê kontrola GBT ya 14 kedkaran kirin û li nava ambûlansa geriyan.

Kedkarên tenduristiyê ji ber vê astengiyê vegeriyan Mîdyatê û ji bo şermezarkirina astengiyan wê saet di 16:00 de li avahiya KESK'ê ya Mêrdînê civîneke çapemeniyê lidar bixin.