Atalay, ku berî hilbijartinên 1'ê Mijdarê çû Kapikoyê û deriyê sînor bi merasîmekê vekir, di civîneke hefteya derbasbûyî ya li Wanê de li ser mijarê got, "Ji bo vekirina derî hewldanên me dewam dikin." Atalay careke din sînyala vekirina derî da (!)
Deriyê Sînor ê Kapikoyê, ku yek ji girîngtirîn çavkaniya debarê ya Wanê ye, di sala 2004'an de ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê Kurşat Tuzmen ve bi îdîaya 'rêxistina terorê jê sûdê werdigire' hat girtin. Piştre ji aliyê hikûmetên AKP'ê û Waliyên Wanê ve 6 caran bi merasîmê hat vekirin. Lê tevî van merasîman jî deriyê sînor kir nekir venebû.
Ev deriyê sînor hema hema her gava beriya hilbijartinê tê vekirin. Di nava 13 salan de 7 caran merasîma vekirinê hat lidarxistin. Pirsgirêkên vî derî naqedin.
'AKP'Ê 7 CARAN VEKIR, LÊ VENEBÛ'
Deriyê Sînor ê Kapikoyê, ji aliyê hikûmetên AKP'ê ve ji sala 2004'an û vir ve 7 caran hat vekirin, lê hînê jî girtî ye. Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Beşîr Atalay ê beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê hat Wanê, di civîneke du hefte beriya niha ya Wanê de da xuyakirin, ku karê wan ê ji bo vekirina deriyê sînor didome. Ev gotinên Atalay li Wanê bû sedema rûdana nîqaşê. Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku bi salane tê vekirin lê di rastiyê de qet venabe, xuya ye wê weke soza AKP'ê ji bo Waniyan her tim girtî bimîne.
'GELÊ WANÊ TÊ CEZAKIRIN'
Serokê Desteya Rêveber a Herêma Pîşesaziya Organîzeyî (OSB) Şemsettîn Bozkûrt der barê mijarê de nêrînên xwe bi me re parve kir û da zanîn, ku hikûmetên AKP'ê di salên dawî de cihêkariyeke neyînî li Wanê dike û deriyê sînor jî weke deriyekî hêviyê tê girtin. Bozkûrt diyar kir, weke pîşesazan ew bi her mijarên aboriya Wanê eleqedar dikin re mijûl in, di vî warî de kar dikin û got, "Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Beşîr Atalay ji bo deriyê sînor got, 'Ez ê derî bi xwe vekim' û beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê vekir. Li wir merasîmeke mezin hat lidarxistin. Lê ev derî hînê girtî ye. Ev deriyê ku yek ji girîngitrîn çavkaniya debarê ya gelê Wanê ye divê bê vekirin. Çima girtî dihêlin, nayê fêmkirin. Gelo bi vê helwestê re gelê Wanê bi ceza dikin? Ev pirs dikeve hişê mirovan."
BOTAN: AMBARGO LI SER WANÊ HEYE
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî da xuyakirin ku ji aliyê aborî, siyasî, civakî û her alî ve AKP zextê li gelê Wanê dike. Botan bibîr xist, wan ev ambargoya li ser Wanê gelek caran xistine rojevê û got, "Deriyê Sînor ê Kapikoyê beşek ji vê ambargoyê ye. Eger AKP bixwaze dikare vî derî veke. Lê belê ew dixwazin civakê bixin nava bendewariyekê û bi vî rengî tiştekî ji civakê bistîne. AKP tiştekî nake lê mîna ku gelek tiştan dike xwe nîşan dide. Di mijara xapandinê de AKP jêhatî û hosta ye. Beşîr Atalay beriya niha derî vekirî bû û niha jî ji bo vekirina derî dibêje ew dixebite. Ev polîtîkayên ji bo xapandina gelê me tên meşandin, ne rast in."
'DIVÊ DERIYÊ SÎNOR RADESTÎ ŞAREDARIYA ME BÊ KIRIN'
Hevşaredarê Sarayê Abdulkadîr Çalişkan jî da xuyakirin, ku divê deriyê sînor radestî wan bê kirin û got, "Dema Wan bû bajarê mezin, diviyabû deriyê sînor radestî me bihata kirin. Lê belê teslîm nekirin. Pêvajoya hiqûqî ya têkildarî mijarê didome. Lê em ê bi rayedarên derî re hevdîtinê bikin. Em ew razî bibin; em soz didin welatiyên xwe em ê bi budçeya xwe li vê derê xizmetê bidin gelê xwe. Eger derî radestî me bê kirin, bi projeyên nû, bi sîstemeke nû re em ê vê derê bikin navendeke herêmê."