Daxuyaniya NY têkildarî Cizîrê: Dîmen mirovan şoq dike-HAT NÛKIRIN

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn diyar kir ku dîmenên ji Cizîrê hatine mirovan şoq dikin û bang li Tirkiyeyê kir, ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn diyar kir ku dîmenên ji Cizîrê hatine mirovan şoq dikin û bang li Tirkiyeyê kir, ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide. Al Hûsseîn ev pirs kir; "Ya ku di kamera hatiye kişandin ev be, gelo ya ji cîhanê tê veşartin çawa ye?"

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn, der barê êrîşên li hemberî sivîlan û rojnamevanan ên li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Cizîr û Sûrê daxuyaniyek da. Al Husseîn bal kişand ser êrîşên li Cizîrê yên li hemberî sivîlan û got, "Dîmenên ji aliyê kameraman Refîk Tekîn ve hatiye kişandin bi rastî jî mirovan şoq dikin. Di dîmen de bi awayekî vekirî xuya dike, ku komeke sivîl di dest de çek nîne. Jinek û mêrek ala spî hilgirtine. Ereboka destan a li ser cenaze heye dehf didin. Di vê kêliyê de li aliyê din ê rê maşîneke zirxî xuya dike. Guleyan direşîne. Xuya dibe ku gule li Refîk Tekîn jî dikeve. Tekîn dîsa jî dîmenan dikişîne. Di dîmenan de em xwîna diherike jî dibînin. Tekîn radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Lê belê li vir di bin çavdêriya polîsan de tê ragirtin. Polîs li ber deriyê odeya ew lê ye. Û wî bi 'endametiya rêxistina terorê ya cihêkar' re sûcdar dikin."

'KIŞANDINA DÎMENÊ WEHŞETÊ NE SÛC E, KIRINA WEHŞTÊ SÛC E'

Al Hûsseîn got, "Kişandina dîmenê wehşetê ne sûc e, sûc ew e ku gule li sivîlên bê çek bê reşandin. Divê ji sedî sed lêpirsîn bê kûrkirin. Piştî ku min li vî dîmenî temaşe kir, min ji xwe pirsî; gelo li rojhilatê Tirkiyeyê li Cizîrê hînê çi diqewimin ku ji cîhanê tê veşartin?"

'DIVÊ LÊPIRSÎN WERE VEKIRIN'

Al Hûsseîn bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide û got, "Rayedarên Tirk dibêjin di nava mehên Tîrmeh-Kanûnê de 250 personelên leşkerî hatine kuştin. Lê belê dewleta Tirk di operasyonên xwe yên ji bo ewlekariyê de mecbûr e mafên mirovan biparêze. Divê li ser binpêkirina mafên li vê derê lêpirsîneke bi bandor were meşandin."

'JI ROJHILATÊ TIRKIYEYÊ GELEK RAPORÊN BINPÊKIRINA MAFAN TÊN'

Al Hûsseîn da zanîn ku ji Amed, Cizîr, Silopiya û gelemperiya rojhilatê Tirkiyeyê gelek raporên li ser binpêkirina mafên mirovan tên ji Komîseriya Mafên Mirovan a NY û got, "Ji ber pêkanînên herêmên ewlekariyê yên demî û derketina derve, mirov ji mafê tenduristiyê û xizmetên bingehîn nikarin sûdê werbigirin. Ji aliyê civakî û aboriyê ve pirsgirêkên cidî hene. Ji aliyê tedarikkirina av, elektrîk û xwarinê ve pirsgirêkên cidî hene."

Al Hûsseîn da xuyakirin, ku rewşa endamên medyayê yên hatine girtin an jî li benda darizandinê ne, gihaştiye asteke metirsîdar.