BI DÎMEN

Li Mannheîm û Dusseldorfê çalakiyên ciwanan

Ciwanên Kurd ên li Elmanyayê dijîn, berxwedana xwerêveberiyan a li Kurdistanê silav kirin û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan şermezar kirin.

Ciwanên Kurd ên li Elmanyayê dijîn, berxwedana xwerêveberiyan a li Kurdistanê silav kirin û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan şermezar kirin.

MANNHEÎM

Ji bo silavkirina berxwedana YPS'ê, şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk li sivîlan dike û protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan ciwanên Kurd li Paradeplatz a bajarê Elmanya Mannheîmê li hev civiyan. Bi sedan ciwan ji vê derê ber bi Abendakademîe ve meşiyan. Ciwanan xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û destnîşan kirin, bi rakirina tecrîdê re wê pêşî li komkujî û mirinan bê girtin. Meş li ber Abendakademîe bi dawî bû.

DUSSELDORF

Endamên Ciwanên Azad ên NRW danê êvarê li balafirgeha Dusseldorfê ji bo şermezarkirina wehşeta dewleta Tirk a li Kurdistanê çalakiyek protestoyî pêk anîn. Zêdeyî 20 ciwanên beşdarî çalakiyê bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Ciwanan piştre belavokek bi zimanê Elmanî a li ser rewşa li Kurdistanê xwendin û dawî li çalakiya xwe anîn.

...