Walî fermana 'bila meşvan mizgeftê bi kar neynin' da

Walîtiya Mêrdînê li meleyên mizgeftên taxa Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê ku nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê lê dewam dike geriya û ferman da meleyan ku nehêle meşvan mizgeftan bi kar bînin.

Walîtiya Mêrdînê li meleyên mizgeftên taxa Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê ku nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê lê dewam dike geriya û ferman da meleyan ku nehêle meşvan mizgeftan bi kar bînin.

Çalakiya nobedê ya Meşvanên Botanê ya li Taxa Girê Mîran a ku ji bo dorpêça li Cizîrê were şikandin hate destpêkirin, di roja 10. de dewam dike. Walîtiya Mêrdînê ku ji çalakgeran aciz e, ji bo çalakger mizgeftan bikar neynin ferman derxist. Hate zanîn ku rayedarek ji walitiyê li keya û meleyên mizgeftan geriya ye û gotiye divê destûr neyê dayîn ku Meşvanên Botanê mizgeftan bikar bînin. Her wiha hate gotin ku rayedar gefa ji kar dûrxistinê li keya û meleyan xwariye. 

'EM MIZGEFTAN NAKIN BIRYARGEH'

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Fahrî Dogan nerazîbûn nîşanî qedexeya mizgeftan da û diyar kir, mizgeft mala Xwedê ye û nikare were qedexekirin. Dogan bal kişand ser hêzên dewletê yên ku mizgeft kirin biryargeh û got "Em wekî wan mizgeftan nakin biryargeh. Em mizgeftan wekî ku Hz.Pêxember destnîşan kiriye bi kar tînin."