Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî Mala Cem a li Taxa Gaziyê kirin

Pevçûna li ser êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya koma ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana xwerêveberiyê çalakî lidarxist, her ku diçe belav dibe û didome.

Pevçûna li ser êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya koma ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana xwerêveberiyê çalakî lidarxist, her ku diçe belav dibe û didome. Ji ber Mala Cem bû hedefa bombeyên gazê, tax vegeriya herêma şer.

Koma ku di pêşengtiya Piştgiriya Sarigazî bi armanca protestokirina dorpêç û qetlîamên li Kurdistanê didiomin, li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê kom bûn, bi êrîşkirina polîsan re şer ji saetên danê nîvro ve didome.

Li ser êrîşên polîsên Tirk di pêşengtiya ciwanan de berxwedana xwerêveberiyê her ku diçe mezin dibe. Şerê ku belavî kolanan bû, herî zêde li derdora Mala Cem dijwar bû. Polîsên ku nikarin berxwedanê bişkînin, Mala Cem kirin hedef û bombeyên gazê avêtin hundir. Li taxa ku vegeriya herêma şer, ciwanan li serê kolanan agir pêxistin û bend danîn. Polîsan gelek kes derb kirin û girtin binçavan.

Pevçûna li Taxê li gelek qadan didome.