Swêdî, Tirkiyeyî, Îranî, Belûcî û Kurdistaniyan AKP’e protesto kirin
Li Stockholmê 16 rêxistinên ku partiyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Belûcî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de AKP’e protesto kirin.
ANF
STOCKHOLM
yekşem, 31 rêbendanê 2016, 18:56
16 komale, partî û rêxistinên ku rêxistina ciwanan a Partiya Çep a Swêdê Genç Sol, Partiya Sosyalîst, Partiya Edaletê, Sosyalîst, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, partî û rêxistinên civaka sivîl ên Îranî, Tirkiyeyî û Belûcî jî di nav de, bi daxwaza rawestandina piştgiriya aborî û firotana çekan a Hikûmeta Swêdê bi hikûmeta Tirkiyeyê dike re li Stockholmê pêşendanek li dar xistin.
Bi daxuyaniya beriya çalakiyê ve, rêxistinan dan xuyakirin ku li dijî qetlîam û operasyonên hikûmeta AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê “Komîteya li dijî Qirkirinên li Tirkiye” ava kirine, daxwaz kirin ku alîkariya aborî û firotina çekan a Swêdê bi Tirkan re dike bê rawestandin.
Di pêşendanê de alên PKK, KCK, PJAK, PYD, KJAR, YPG û YPJ’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Dirûşmeyên, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Aştî” hat berzkirin.