Li Finlandiya û Îtalyayê wehşeta dewleta Tirk tê protestokirin

Li hember qetlîamên AKP’ê yên li Cizîr û tevahî Kurdistanê hêrs kêm nabin. Li Îtalya û Finlandiyayê dewleta Tirk hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Li hember qetlîamên AKP’ê yên li Cizîr û tevahî Kurdistanê hêrs kêm nabin. Li Îtalya û Finlandiyayê dewleta Tirk hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

KATANYA

Xwendekarên zanîngehê yên li bajarê Katanya yê Îtalyayê, qetlîamên AKP’ê yên Bakurê Kurdistanê protesto kirin. Ciwanan gotin, “Her qirûşekî ku Tirkiye digire dibe bombe û li Kurdan vedigere” û banga boykotkirina Tirkiyeyê kirin.

Çalakvanan bal kişandin ser wehşeta li Cizîrê û berxwedanên xwerêveberiyê silav kirin.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî, qetlîamên AKP’ê yên li Cizîr û tevahî Kurdistanê hatin protestokirin.

Di çalakiya li pêşiya Sefaretxaneya Tirk de dirûşmeyên, “Qatil Dewlet Wê Hesab Bide”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Çalakvanan piştre berxwedana gel a li dijî qetlîamên AKP’ê silav kirin.