Meşa dirêj a ber bi Bremenê ve di roja duyemîn de ye
Meşa dirêj a li hember komploya 15’ê Sibat û şermezarkirina komkujiyên AKP'ê ya ber bi bajarê Bremenê ve, di roja xwe ya duyemîn deye.
Meşa dirêj a li hember komploya 15’ê Sibat û şermezarkirina komkujiyên AKP'ê ya ber bi bajarê Bremenê ve, di roja xwe ya duyemîn deye.
Çalakvan duh ji aliyê civata Asûrî-Suryanî ya Delmenhorstê ve hatin pêşwazîkirin.
Di beşa îro ya meşê de tevî gelek Kurdistaniyan nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên olî, beşdarî çalakiyê bûn.
Di meşa ji bajarê Delmenhorstê destpê kir de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin û alên PYD'ê hatin hilbijartin. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin. Meşa li ser rêya Bremenê dewam dike.
Meşvanên wê li pêşiya Parlementa Eyaleta Bremenê mîtîngekê lidar bixin, banga tevlîbûna li vê mîtîngê li Kurdistanyan kirin.