28 çawişên pispor ên nexwestin li Sûrê şer bikin îstifa kirin
28 çawişên pispor ên li 1. Tûgaya Komando ya Kayseriyê wezîfedar, ku ji bo şer bikin şandin navçeya Amed Sûrê, dan xuyakirin ku ew naxwazin şer bikin û îstifa kirin.
28 çawişên pispor ên li 1. Tûgaya Komando ya Kayseriyê wezîfedar, ku ji bo şer bikin şandin navçeya Amed Sûrê, dan xuyakirin ku ew naxwazin şer bikin û îstifa kirin.
Li Sûrê 28 çawişên pispor ên di bin fermana Tûggeneral Aydogan Aydin de wezîfedar bûn, diyar kirin ku ew naxwazin şer bikin û ji wezîfeyê îstifa kirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê leşkerekî ji 1. Tûgaya Komando ya Kayseriyê ji Sûrê re hat şandin û navê xwe nexwest eşkere bike da; di meha Çileyê de ji 30 çawişên pispor re hat ragihandin ku cihê wezîfeya wan navçeya Amed Sûr e. 28 çawişên pispor ên li hemberî vê derketin, bi hin hincetan ji fermandarên xwe yên payebilind re ragihandin ku naxwazin biçin. Lê belê ji wan re hat gotin ku ev yek biryareke îdarî ye û nayê guhertin. Li ser vê yekê 28 çawişên pispor gotin ew naxwazin biçin sûrê û îstifa kirin.