Ciwanên ji Stûttgartê derketin li Pforzheîmê ne

Meşa dirêj a ku di pêşengiya Ciwanên Azad de li dijî Komploya 15’ê Sibatê û wehşeta AKP’ê ji bajarê Stûttgart ê Elmanya destpê kir, îro ji stasyona Pforzheîmê dewam kir.

Meşa dirêj a ku di pêşengiya Ciwanên Azad de li dijî Komploya 15’ê Sibatê û wehşeta AKP’ê ji bajarê Stûttgart ê Elmanya destpê kir, îro ji stasyona Pforzheîmê dewam kir.

Tevî şertên hewaya sar jî ciwanan di roja sêyemîn de ji stasyona Pforzheîmê dest bi meşê kirin. Meşa bi nêzî 300 kesî destpê kir, bi dirûşmeya silavkirina YPS’ê start da. Ciwanên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Cizîr/Sûr” wê 25 kîlometreyan bimeşe. Hedefa îro ya ciwanan gihiştina stasyona Dûrlach a li Karlsrûhe ye.

Ciwan wê derengê şevê bigihêjin Dûrlachê û wê êvarê li vir derbas bikin.

Her wiha ciwan domahiya meşê têkîldarî Komploya Navneteweyî û qetlîamên AKP’ê yên li Kurdistanê belavokan belav dikin.

...