BI DÎMEN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Rûsyayê hat vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk buroya nûnertiya xwe li paytexta Rûsya Moskovayê vekir. Nûnerê Rojavayê Kurdistanê û rayedarên Rûs tevlî vekirinê bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk buroya nûnertiya xwe li paytexta Rûsya Moskovayê vekir. Nûnerê Rojavayê Kurdistanê û rayedarên Rûs tevlî vekirinê bûn.

Kordeleya vekirinê Berpirsiyarê Karên Derve yê Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhammed û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca bi hev re qut kirin, hat ziman ku ev di têkîliyên Rûs û Kurdan de destpêka pêvajoyek nû ye. Sînem Mûhammed têkîldarî vekirina nûnertiyê ji Ajansa me re axivî, bal kişand ku ji bo modela Xweseriya Demokratîk a li Rojava ket meriyetê îro rojek dîrokî ye.

...