BI DÎMEN

ÎMC TV û rojnameya Ozgur Gundemê li girtîgehê hatin qedexekirin

Serokê TAYD-DER'ê Mûsa Karbadag bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û diyar kir, tişta dixwazin li Sûr û Cizîrê bikin, ji aliyê ramanî ve hewl didin li girtîgehan bikin.

Serokê TAYD-DER'ê Mûsa Karbadag bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û diyar kir, tişta dixwazin li Sûr û Cizîrê bikin, ji aliyê ramanî ve hewl didin li girtîgehan bikin. Karbadag da xuyakirin, ku li girtîgehên Menemen û Şakranê, rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya welat û qenala televîzyonê ÎMC TV hatine qedexekirin.

Li girtîgehan, tevî ku pirsgirêkên li ser dermannekirina girtiyan dewam dikin, bi konsepta şer re binpêkirina mafan, îşkence û zext zêde bûn. Li Girtîgehên Şakran û Tîpa T a Menemenê yên li Îzmîrê, anîna rojnameyên Ozgur Gundem, Azadiya welat, gelek kovar û temaşekirina li ÎMC TV hat qedexekirin. Ji ber cezayên têkilî û derketina qada hevpar, zexteke giran li girtiyan tê kirin. Girtiyan banga lezgîn li raya giştî kirin.

Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYD-DER) Mûsa Karbadag ji ANF'ê re axivî û anî ziman, zêdebûna pirsgirêkên heyî li girtîgehan, nabe ku ji şerê diqewime cihê bê dîtin. Karbadag bibîr xist, ku di her sedemê de bi dijwarbûna şer re xespa maf û zexta li girtîgehan zêde bûne. Karbadag ragihand, di pêvajoya çareseriyê de zextên li girtîgehan ji niha kêmtir bûbû û got, "Qet nebe asta êrîşan mîna niha nebû. Bi taybetî, piştî konsepta şer girtîgeh veguherî îşkencexaneyê. Pirsgirêka girtiyên nexweş veguheriye rastiyeke rû bi rû bi mirinê ye. Bi ti awayî nayên dermankirin. Divê astengeke mezin a burokrasiyê çareser bike."

'RÊVEBERÎ XWE DIXE ŞÛNA RTUKÊ'

Karbadag da xuyakirin, ku girtî ji bo nerazîbûnê nîşanî komkujiyan bidin, bi tenê dikarin li deriyan bidin û dirûşman biqîrin, lê ev çalakiya nerazîbûnê ya girtiyan, bi qedexeya name û derketina hevdîtinê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê cezakirin. Karbadag got, "Dema mirov li cewhera pêkanînê dinêrin, tê dîtin ku komkjiya dixwazin li Sûr û Cizîrê bikin, ji aliyê ramanî ve dixwazin li girtîgehan bikin. Nêzîkatiyên heyî yên li hemberî girtiyan tên nîşandan, nêzîkatiya teslîmgirtinê ye. Li Girtîgehên Tîpa T a Menemen û Şakran T4 ku nû hatine vekirin, pirsgirêk hînê çareser nebûne. Bi taybetî astengiya li pêşiya hevdîtinan veguheriye rewşeke asayî. Herî dawî anîn rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya welat, gelek kovar û temaşekirina li ÎMC TV hatin qedexekirin. Rêveberên girtîgehê xwe xisitn şûna RTUK'ê û dan xuyakirin, ku wan polîtîkaya weşanê ya van organan ne ecibandine. Ev nêzîkatiya kêfî girtiyan dixe nava zehmetiyeke mezin. Wekî din mafên girtiyan ên derketina qada hevpar û aktîvîteyên hevpar, ji destê wan hatine girtin."

'EM JI JIYANA AZÎZ ÎBRAHÎM BI ENDÎŞE NE'

Karbadag da zanîn, ku girtiyên siyasî yên ne ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, rastî astengiya rêveberiya girtîgehê tên û nikarin bi malbata xwe re hevdîtinê bikin. Karbadag ragihand, ku Kobaniyî bi taybetî bi mehan e nikarin bi malbata xwe re hevdîtinê bikin û got, "Herî dawî girtiyekî bi navê Azîz Îbrahîm ê ji Kobanê li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê bi cih kirin. Bi qasî 40 rojan li şaxê biyaniyan hat ragirtin. Tevî ku malbata wî li Torbaliyê dimîne jî, dixwazin wî teslîmî Sûriyeyê bikin. Me ev hewldan berê jî dîtibûn. Girtî radestî çeteyên li Sûriyeyê hatibûn kirin. Hevalê me bi heman xeteriyê re rû bi rû ye. Ji hewldanên me ti encam derneketin. Em ji jiyana Azîz Îbrahîm bi endîşe ne. Di vê mijare de em bang li raya giştî dikin."